HPGyê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku li Xakurkê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Asrîn Bawer û Xwînda Çiya 4ê Tebaxa 2024an û Rustem Serhed jî 24ê Tebaxa 2024an li Xakurkê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, her sê gerîlayan jî li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Asrîn Bawer: Navê wê yê fermî Sevda Topçu ye û ew ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ye.

Xwînda Çiya: Navê wî yê fermî Necla Ahmed Silêman e û ew ji Dêrika Hemkoya Rojavayê Kurdistanê ye.

Rustem Serhed: Navê wî yê fermî Şahîn Pekur e û ew ji Îdira Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Asrîn Bawer sala 2014an û Xwînda Çiya 2016an û Rustem Serhed 2019an tevlî refên gerîlayan bûye.