Nevzat Bahtiyar behsa roja kuştina Narînê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Nevzat Bahtiyarê lixwemikurhatî yê ku cenazeyê Narînê di çem de veşartiye di îfadeya xwe de behsa rûdanên roja kuştina Narîna Gurana 8 salî kir.

Nevzat Bahtiyar piştî hat tesbîtkirin ku bi otomobîla xwe çûye qeraxa çem, hatibû desteserkirin.

Bahtiyar di lêpirsînê de li xwe mikur hatibû û gotibû, “Muxtar laş di telîsekî de da min. Min jî telîs bir ber çem.”

Gumanbar Nevzat Bahtiyarê piştî îfadeya xwe da bi biryara dadgehê hat girtin.

Îfadeya Nevzat Bahtiyar a li dozger daye derket holê ku ji sê rûpelan pêk tê.

Nevzat Bahtiyar di îfadeya xwe de behsa ka wê rojê çi qewimî, cenazeyê Narînê li kû derê wergirt, mamê wê Salîm Guran li kû derê dîtiye û çi axivîne kiriye.

Bahtiyar her wiha behsa cînayet li kû derê û çawa û çima qewimî jî kiriye.

Ev çend tişt in ku Nevzat Bahtiyar di îfadeya xwe de behsa wan kiriye:

“Dema ku min darên li ber mala xwe av didan, Salîm Guran ji baxçeyê Arif Guran gazî min kir. Baxçe 100 metreyî dûrî min bû.

Wî got ku 'Karê min bi te re heye û xwe amade bike, ez dê bi otomobîla xwe bêm ba te.'

Piştî çend deqeyan Salîm Guran bi otomobîla xwe hat cem min.

Ji min re got, 'Niha siwar bibe û li pey min were.'

Dema Salîm Guran bi wesayîta xwe bi rê ket, ez jî bi otomobîla li ser navê kurê min qeydkirî ketim li pey wî.

Paşê em li cihekê sekînin.

“Wî got min keça Arif kuşt”

Betaniya li ser kursiya rêwiyan a li pêşiya otomobîla xwe nîşanî min da û got, 'Min keça Arif kuşt.'

Bi tiliya xwe ya rastê îşaret bi çem kir û got, 'Tu divê vî cenazeyî bibî û ji holê rakî, eger na ez dê te û kesên ji malbata hemûyan bikujim.'

“Min ji neçarî daxwaza wî qebûl kir”

Ji ber ku li gund ti hêza min a aborî û xizmên min nebûn û ji ber ku min dizanî Salîm muxtarê gund e û ji aliyê aborî ve jî bi hêz e, neçar bûm ku daxwaza wî qebûl bikim.

Min ji tirsa ku ew dê zererê bide min û malbatan min daxwaza wî ji neçarî qebûl kir.

Piştî ku min daxwaza wî qebûl kir, Salîm Guran got ku dê îsal piştî çinîna genimê şamî 200 hezar lîreyên Tirkî bide min.

“Min ne pirsî çima te kuşt”

Di vê navberê de ji ber heyecana bûyerê min ji Salîm Guran nepirsî çima û çawa Narîn Guran kuştiye.

Piştre me bi hev re cesedê Narîn Guranê yê bi betaniyekê hatibû pêçandin ji otomobîla Salîm Guran derxist û xist nav otomobîla min.

Salîm Guran betaniya xwe bir û çû û paşê ez jî ji wê derê bi rê ketim.

Ez hatim malê û min cenazeyê Narînê û çente û şimika wê xistin telîsekî.

“Şopên birînê li ser laş nebûn”

Paşê ez bi otomobîla xwe çûm kêleka çem. Dema min cenazeyê Narînê veşart ti şopên birînê li ser laşê wê nebûn lê li ser stuyê wê şopeke wekî ya benik hebû.

Min ji ber şoka bûyerê, nexwest zêde xwe bi cenaze re mijûl bikim.

Paşê min cenaze bêyî ku cihekê bikolim di nav çem de veşart. Min sê kevir danîn ser cenaze.

Veşartina cenaze bi qasî nîv saetê dom kir û paşê ez li otomobîla xwe siwar bûm û ji wê derê çûm.

“Ez jî tevlî xebatên lêgerînê bûm”

Piştî ku xebera windabûna Narînê belav bû, ez jî sibeha 22yê Tebaxê tevlî xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina wê bûm.

Salîm Gûran jî bi tîmên cendirmeyan re mîna ku tiştek nekiriye digeriya.

Salîm Guran ne berî bûyerê û ne jî piştî bûyerê ti pere nedane min û ti pere neşadine hesabê min.

“Tê gotin pêwendiya Salîm Guran bi 2 jinan re heye”

Li gund dihat gotin ku têkiliya Salîm Guran bi M. Gurana diya Narînê re heye ku hevjîna birayê wî ye.

Lê belê, ez bawer nakim ku kesek li ser vê mijarê şahidiyê bike.

“Salîm Guran dê li gund bihata bêrûmetkirin”

Di derbarê bûyerê de tenê texmîna min ew e ku Salîm Guran piştî ku Narîn Guranê têkiliya wî ya cinsî ya bi yekê ji wan jinan re dîtiye, dibe ku xwestibe Narînê bikuje.

Eger Narînê behsa vê yekê bikira Salîm Guran dê li gund bihata bêrûmetkirin û di nav malbata Guranan de pirsgirêk derketa. Lewma xwestiya Narînê bikuje.

Lê min bi çavê xwe nedît ku têkiliya Salîm Guran bi wan her du jinan re çêbûye.

“Ji axurê gazî min kir”

Salîm Guran cara ewil ji jor ve li nêzîkî axura Arif Guran gazî min kir.

Ji ber vê yekê, têkiliya cinsî ya tê behskirin dibe ku li wê derê pêk hatibe.

Ew axur li ser rêya vegere ya Narînê ye jî û dibe ku dema ew jî kursa Quranê vegeryaye li wê derê tiştek dîtibe.

Min dizanîbû ku cenazeyê Narîn Guranê dê bê dîtin. Ne min Narîn Guran kuşt lê ez ditirsiyam cendirme min bigirin.”

Çi bûbû?

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bûbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya roja yekşemê (8ê Îlonê) ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu jî eşkere kir ku cenazeyê Narînê di nava telîsekî de û di binê keviran de hatiye dîtin.

Termê Narîn Guranê di nava telîsekî de li ber çemekî nêzîkî gund hat dîtin.

Li gorî rapora destpêkê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

Piştî dîtina termê Narînê 3 dozgerên komarê hatin peywirdakirin û dê, bav, ap û birayên Narînê jî di nav de 25 kes hatin desteserkirin.