Pizîşkiyan û Barzanî hem bi Kurdî axivîn hem bi Farisî

12-09-2024
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Nêçîrvan Barzanî Kurdî Farisî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pirsên rojnamegeran bi Kurdî û Farisî bersivandin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh çûbû Bexdaya paytexta Îraqê û bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyabû.

Mesûd Pizîşkiyan vê sibehê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Pizîşkiyan destpêkê li Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û Kabîneyê re civiya.

Serokkomarê Îranê paşê bi Serok Mesûd Barzanî re jî civînek kir.

Bi Kurdî û Farisî axivîn

Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan piştî van civînan pirsên rojnamegeran bersivandin.

Destpêkê her du bi Farisî axivîn lê paşê li ser daxwaza rojnamegeran her du bi Kurdî axivîn.

Pizîşkiyan bal kişand ser hebûna pêwendiyên baş û got:

“Bi vê herêmê re pêwendiyên me yên baş hene û em dikarin sûdê ji vê rewşê bibînin.

Ez hêvî dikim em dê pêwendiyên xwe yên bi Hewlêr, Îraq û Kurdistanê re xurttir bikin û pirsgirêkan nehêlin.

Ferqa Kurd, Ereb û Ecem û Tirkan nîne, mirov bi şiyanên xwe tên nirxandin.

Îran û ev herêm ji bo gelek pirsgirêkan bi hev re bûn. Em dikarin bi hev re bixebitin û alîkariyê bidin hev da ku ev pêwendî baştir bibin."

Mesûd Pizîşkiyan ji bo mêhvanperweriya wî spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

“Sefereke dîrokî bû”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser girîngiya vê serdana Pizîşkiyan got:

“Sefera Serokkomarê Îranê sefereke dîrokî bû çimkî cara ewil e ku serokkomarekî Îranê tê Hewlêrê.

Pêwendiyên Îranê yên bi Îraqê û Kurdistana Îraqê re pêwendiyên dîrokî ne. 

Me di hemû demên dijwar de Îran li pişt xwe dîtiye.

Hêvî dikim em dê bibin şahid ku ev pêwendî gelekî baştir bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst