Mesûd Pizîşkiyan bi berpirsên Herêma Kurdistanê re dicive

12-09-2024
Civîna li Hewlêrê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Civîna li Hewlêrê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan Hewlêr Hevdîtin Berpirs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi berpirsên bala yên Herêma Kurdistanê re dicive.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh çûbû Bexdaya paytexta Îraqê û bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyabû.

Mesûd Pizîşkiyan vê sibehê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Pizîşkiyan destpêkê li Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û Kabîneyê re civiya.

Serokkomarê Îranê paşê bi Serok Mesûd Barzanî re jî civînek kir.

Li gorî bernameyê, dê Serokkomarê Îranê piştî temasên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bibe.

Mesûd Pizîşkiyan dê li Silêmaniyê gora Mam Celal ziyaret bike û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re bicive.

Mesûd Pizîşkiyan 30ê Tîrmeha 2024an sonda yasayî xwar û bû serokkomarê nû yê Îranê.

Pizîşkiyan di yekem serdana xwe ya dîplomatîk a derveyî welat de doh çûbû Bexdayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst