Birayê Narînê: Heta ku her tişt zelal nebe tiştên xirab nebêjin

Hewlêr (Rûdaw) - Birayê Narîn Guranê yê bi navê Baran, ji xelkê xwest ku heta bûyera kuştina Narînê zelal nebe derbarê malbata wan tiştên xirab nebejin.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Gundê Çûliyê winda bû û 8ê Îlonê di nav telîsekî de 2 kilometreyan dûrî gund di nava çem de bi mirîtî hat dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Narîn Guranê lêpirsînê didomîne.

Ji mirovên Narînê  tenê birayê wê yê bi navê Baran Guran nehatiye desteserkirin.

Baran Guran li ser hesabê xwe yê TikTokê peyamek belav kir û ji xelkê xwest ku bila li benda zelalkirina bûyera bisekînin û heta ku her tişt zelal nebe derbarê malbata wan tiştên xirab neyên gotin.

"Ew bêesilê ev kar kiriye dê derkeve holê"

Baran Guran di peyama xwe de wiha gotiye:

“Heta ku her tişt zelal nebe ji dê, bav, xwişk û birayên min re tiştên xerab nebêjin. Xweda mezin e.

Ew bêesilê ev kar kiriye dê derkeve holê. Ji bo Xwedê ez dê û birayên xwe li her derê dibînim.

Ez dijûnên dijwar dibînim, ji bo Xwedê mekin.

Li min jî bifikirin, ne dayîka min, ne bavê min û ne jî xizmên min ne li cem min in.”

Piştî belavkirina vê peyamê gelek bikarhênerên medyaya civakî şîroveyên xwe li ser nivîsa Baran Guran kirin.

Hat dîtin ku gelek bikarhênerên medyaya civakî piştgiriya xwe ji bo Baran Guran nîşan da lê hinek kesan bertekên tund li hemberî endamên malbatê nîşan dan.