Kilîs: Karkerekî Sûriyeyî ji avahiyekê ket û canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê karkerekî ji Sûriyeyê ji qata 2yan a avahiyekê ket û mir.

Welatiyê ji Sûriyeyê Ebdulhadî Zêdanê yê 58 salî, dema li ser avahiyeke ku ji bo dibistanê dihat çêkirin dixebitî, lingê wî şemitî û ji qata 2yan ket xwarê û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman karkerê ku bi giranî birîndar bûbû bir nexweşxaneyê.

Zêdan tevî hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.