Pizîşkiyan li ser gora Mam Celal çi nivîsand?

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Îranê di dema serdana gora Mam Celal de fatîha xwend û li ser deftera gorê bi çend hevokan behsa serdana xwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi Farisî li ser defterê behsa ziyareta xwe kir û Rûdawê jî ew ji zimanê Farisî wergerand Kurdî.

Deqa nivîsa Mesûd Pizîşkiyan wiha ye:

"Îro 22.06.1403 (Rojî) tevî şandeyeke pilebilind a wezîrên Komara Îslamî ya Îranê em hatin Silêmaniyê û derfet çêbû ku destegulekê dayînin ser gora Celal Talebaniyê ezîz û birêz û fatîhayekê bixwînin û silavekê ji ruhê wî yê bilind re bişînin.  

Mam Celalê dûrbîn û rewşenbîr, canfedayê xebatê, ew zilamê mezin ê beriya û piştî şoreşê ku ji bo serxwebûna azadiya niştimana xwe xebitî bi bîr tînim.

Em spasiya hewlên wî yên avakirin û duristkirina yekitî û yekrêziya navxwe ya welêt û hevkariya wî ya bi Îrana ezîz re dikin.

Xweda ruhê wî şad bike û bibîranîna wî heta hetayê ji bo têkoşeran û mirovên azadîxwaz ên cihanê zindî bihêle.

Mesûd Pizîşkiyan, Serokkomarê Îranê"

Serokkomarê Îranê piştî temasên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bû û ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Hejamreke berpirsên YNKyê jî di merasîmê pêşwaziyê de hazir bûn.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh çû Bexdaya paytexta Îraqê û bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Mesûd Pizîşkiyan vê sibehê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Pizîşkiyan destpêkê li Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û Kabîneyê re civiya.

Serokkomarê Îranê paşê bi Serok Mesûd Barzanî re jî civînek kir.

Serokkomarê Îranê piştî hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê çû Silêmaniyê.

Ew ji wir jî derbasî bajarê Necefê bû û bi berpirsên parêzgeha Necefê re civiya.