Serokkomarê Îranê gora Mam Celal ziyaret kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Silêmaniyê gora Mam Celal ziyaret kir.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh çû Bexdaya paytexta Îraqê û bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Mesûd Pizîşkiyan vê sibehê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Pizîşkiyan destpêkê li Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û Kabîneyê re civiya.

Serokkomarê Îranê paşê bi Serok Mesûd Barzanî re jî civînek kir.

Serokkomarê Îranê piştî temasên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bû û ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Mesûd Pizîşkiyan paşê çû ser gora Mam Celal.

Pizîşkiyan xatireyek li lênûsa bibîranînê ya Mam Celal nivîsî û destegulek danî ser gora wî.

Li gorî bernameyê, Mesûd Pizîşkiyan dê xeyn ji Bafil Talebanî bi berpirsên siyasî yê Silêmaniyê re jî bicive.