Li Dêrsimê amadehiyên erdhejê berdewam dikin

12-09-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Erdhêj Amadehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê amadehiyên erdhejê berdewam dikin.

Li bajêr avahiyên nû tên çêkirin û konteyner hatine danîn.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan yên Mereşa Bakurê Kurdistanê, pispor li ser hev ji bo egera erdhejeke bi hêz a 7 pileyan û zêdetir hişyariyê didin Dêrsimê.

Di nav sînorên Dêrsimê de xetên erdhejê yên Pulur û Qisleyê hene û Dêrsim li ser xala ku xetên erdhejê yên digihîjin hev cih digire.

Ji ber wê pispor berdewam ji bo egera erdhejeke bi 7 pileyan hişyariyê didin û daxwaza wergirtina tedbîrên pêwîst dikin.

Pêştir li navenda Dêrsimê û 7 navçeyan analîza rîskê hatibû kirin û xebatên hilweşandina avahiyên kevin û zerer dîtibûn dest pê kiribûn.

Niha jî çêkirina 684 avahiyan berdewam dike û hezar û 122 konteyner hatine bicîhkirin.

“Ji ber kêmbûna avahiyan bihayê kirê gelekî zêde bûye”

Parêzgarê Dêrsîmê Bulent Tekbiyikoglu jî got:

"Di vî warî de, dema ku em avahiyên xwediyên heq çêdikin, em hewl didin hejmara avahiyan zêdetir bikin.

Li bajarê me ji ber kêmbûna avahiyan bihayê kirê gelekî zêde bûye.

Ji ber vê jî em çi qasî zû van xaniyan biqedînin, dê ev bajar hewqasî rihet bike.

Înşelah, em dê di egera erdhejekê de mirovan ji mirinê rizgar bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst