Serokkomarê Îranê gihîşt Hewlêrê

Duh li 08:14
RÛDAW
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Hewlêr Serdan Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Mesûd Pizîşkiyan li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh çûbû Bexdaya paytexta Îraqê û bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyabû.

Mesûd Pizîşkiyan dê îro li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Mesûd Pizîşkiyan 30ê Tîrmeha 2024an sonda yasayî xwend û bû serokkomarê nû yê Îranê.

Pizîşkiyan di yekem serdana xwe ya dîplomatîk a derveyî welat de doh çûbû Bexdayê.

Mesûd Pizîşkiyan dê li Hewlêrê bi gelek aliyên siyasî re bicive ku dê Neçîrvan Barzanî jî amade be.

Pizîşkiyan paşê dê bi Serok Mesûd Barzanî re jî civînekê bike.

Li gorî bernameyê, dê Serokkomarê Îranê piştî temasên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bibe.

Mesûd Pizîşkiyan dê li Silêmaniyê gora Mam Celal ziyaret bike û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst