Li Til Temirê mayineke DAIŞê teqiya

Hewlêr (Rûdaw) -  Li gundê Wadî Nicmeyê yê bajarokê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê mayinek ji bermahiyên DAIŞê teqiya û zarokek birîndar bû.

Çavkaniyên xwecihî ragihand ku di encama teqînê de parçeyên mayinê li tevahî laşê zarok ketine.

Tîma tenduristiyê zarokê birîndar ji bo dermankirinê bir nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.

Di derbarê rewşa zarok de tu agahî nehatine belavkirin.

Navê zarokê birîndar Husam Kemal Mutleq e.

Li aliyê din li bakurê Minbicê jî topeke artêşa Tirkiyeyê ku ne teqiya bû, îro bi du zarokan de teqiya.