AMED - Kêmbûna asta Bendava Deve Geçîdiyê metirsiyê li ser ajelan çêdike

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmbûna asta Bendava Deve Geçîdiyê metirsiyê li ser jiyana ajelên derdora wê çêdike

Asta Bendava Deve Geçîdiyê ya li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di destpêka havînê de ji sedî 65 bû.

Lê ji ber guherîna keşûhewayê û hilma zêde niha tenê ji sedî 27ê avê di hundirê wê de maye û ribûrûyî metirsiya ziwabûnê bûye.

Serokê Beşa Biyolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç got:

“Ji ber guherîna keşhewayê û hilma zêde mixabin li Deve Geçîdiyê kêmbûneke cidî ya avê heye.

Bihara borî asta avê li navçeyê ji ber barana zêde cihê kêfxweşiyê bû.

Asta avê gihiştibû derdora ji sedî 60î.

Lê ji ber guherîna keşûhawayê germahiyeyeke gelekî zêde heye.

Ev jî dibe sedema bihilmbûna dijwar.”

Beşeke zêde ya ava vê bendavê havînê bo çandiniyê hatiye bikaranîn.

Ev jî sedemeke girîng a kêmbûna ava wê ye.

Ev bendav herwiha cihê jiyana zêdeyî 100 cor teyrik, çûk û çendîn ajelên cûda ye.

Kêmbûna avê metirsiyê li ser jiyana wan jî çêdike.

“Eger hişkesalî wiha berbelav bibe, em dê gelek coran li navçeyê nebînin”

Li ser vê yekê Prof. Dr. Ahmet Kiliç wiha axivî:

“Eger hişkesalî wiha berbelav bibe, mixabin em dê gelek coran li navçeya me nebînin.

Ew dê ji bo me tenê wek bîranînekê di wêneyan de bimînin.

Ji ber vê yekê av gelekî binirx e û divê em wê biparêzin.”

Bendava Deve Geçîdiyê 20 kîlometreyan dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Amedê.

Şiyana wê ya komkirina 220 milyon metresêca av heye.

Pispor dibêjin ev bendav bo navçeyê gelekî girîng e û daxwazê ji aliyên peywendîdar dikin ku li hemberî metirsiya ziwabûna wê tedbîrên pêwîst wergirin.