Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata Beytocan re xwest

12-09-2023
RÛDAW
Nîşan Beytocan Nêçîrvan Barzanî Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya Beytocan sersaxî ji malbat û mirovên wî re xwest.

Hunermendê Kurd ê bi navûdeng Beytullah Gunerî ku wekî Beytocan tê naskirin îro li Swêdê koça dawî kir.

Beytocan ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  ji ber koça dawî ya Beytocan  di peyamekê de sersaxî ji malbat û hevalên wî re xwest.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ku li ser hesabê xwe yê Xê (Twitterê) belav kiriye got:

"Koça dawiyê ya hunermendê navdar ê Kurd Beytocan, em xembar kirin. Em sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hevalên wî re dixwazin û hevparên xema wan in.

Hunermend Beytocan bi stran û awaz û hunera xwe ya bilind, cihekî hêja û asteke bilind di muzîk û strana Kurdî de girt û dê her tim bîranîna wî zindî bimîne. Rihê wî şad be."

Beytocan ki ye?

Beytullah Gunerî (Beytocan) sala 1955an li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Di 8 saliya xwe de mala wan hatiye Amedê.

Beytocan, dema darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî tê girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn.

Piştî 6 sal û nîvan, di sala 1987an de tê berdan û ji Amedê koçî bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dike.

Hunermend Beytocan xwediyê gelek berhemên giranbiha yên wekî “Yan Mirin Yan Diyarbekir” û “Diyarbekir Mala Min” e.

4 albumên Beytocan ên bi navên "Yan mirin Yan Diyarbekir", "Te Nadin Min", "Bîst û Yekê Adarê", "Êtûna Dilê Min" hene.

Beytocan albûma xwe ya yekem sala 1990î derxistiye, salên piştî wê koçî Ewropayê kiriye û li welatê Swêdê bi cîh bûye.

Beytocan piştî 23 salan cara yekem sala 2014an çûbû Amedê û konser dabû.

Hunermendê Kurd Beytocan bi hesreta welêt li xerîbiyê koça dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst