Birayê Beytocan wesiyeta wî ya dawî eşkere kir

12-09-2023
RÛDAW
Beytocan û birayê wî Adar Can
Beytocan û birayê wî Adar Can
Nîşan Beytocan Adar Can
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Adar Can birayê Beytocan diyar kir ku Beytocan gotiye, “Eger ez baş bibim, dixwazim li Kurdistanê bijîm. Beriya mirina xwe ez Kurdistaneke azad bibînim. Ez nebînim jî sedî sed dê gelê me, hûn, neviyên me bibînin.”

Adar Can birayê Beytocan beşdarî bultena Rûdawê bû bersiv dan pirsên Hêvîdar Zanayê.

Adar Can da zanîn ku hefteya dawî rewşa tenduristiyê ya birayê wî gelekî xerab bûye û got:

“Rojên dawiyê rewşa wî gelekî xerab bû. Tumora penceşêra wî gelekî mezin û belav bûbû. Wermeke giran li ser çavên wî, ser lêvên wî, zimanê wî çêbûbû. Nikaribû xeber bida."

Adar Can got, “Bakteriyeke cuda girtibû û wê jî ew pir aciz dikir. Sê rojên dawî jixwe her tim çavgirtî bû. Bersiv jî nedida me .”

“Wesiyeta wî li ba me heye”

Adar Can diyar kir ku Beytocan beriya mirina xwe wesiyeta xwe kiriye û wiha anî ziman:

“Wesiyeta wî li ba me heye. Jixwe me vîdeoya wî girtiye.

Wî dixwest li vê derê bi cih bibe. Got `Hûn li vê derê ne, malbata min li vê derê ye. Ez dixwazim li vê derê bi cih bibim.`Em dê bi cih bînin.

Li Swêde wekî welat nîne. Karên fermî du sêr rojan berdewam dikin.

Paşê em dê li Stockholmê şîna xwe deynin. Dîsa heval, dost û merivên me dê li Amedê şîneke din jî deynin.

Ew dê ji herkesî re jî vekirî be. Çi hezkiriyên wî hebin kerem bikin werin ser seran ser çavan.

“Eger ez baş bibim, dixwazim li Kurdistanê bijîm”

Daxwaziya wî ew bû 'Eger ez baş bibim, rabim ser piyan, dixwazim li Kurdistanê bijîm.'

Lê mixabin nebû, wextê ji qewetê jî ket, îcar got `Baştir e ez li van deran bim û bi kêmasî hûn dê li min binêrin. Ez naxwazim herim cihekî din.'

“Beriya mirina xwe dixwazim Kurdistaneke azad bibînim”

Lê daxwaziya wî ew bû 'Beriya mirina xwe ez Kurdistaneke azad bibînim, ji xeynî wê tiştekî din naxwazim lê ez nebînim jî sedî sed dê gelê me, hûn, neviyên me bibînin.'

“Eger em bibin yek, em dê bibin xwediyê welat”

Her tim ev tişt ji me re digot 'Eger em Kurd ji hevdû hez nekin, em alîkariya hevdû nekin, em bi ser nakevin.

Divê di navbeyna Kurdan de şer, nifaqî û tiştên wisa dernekevin.

Eger em bibin yek, em dê bibin xwediyê welat.''

 

Beytocan ki ye?

Beytullah Gunerî (Beytocan) sala 1955an li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Di 8 saliya xwe de mala wan hatiye Amedê.

Beytocan, dema darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî tê girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn.

Piştî 6 sal û nîvan, di sala 1987an de tê berdan û ji Amedê koçî bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dike.

Hunermend Beytocan xwediyê gelek berhemên giranbiha yên wekî “Yan Mirin Yan Diyarbekir” û “Diyarbekir Mala Min” e. 

4 albumên Beytocan ên bi navên "Yan mirin Yan Diyarbekir", "Te Nadin Min", "Bîst û Yekê Adarê", "Êtûna Dilê Min" hene.

Beytocan albûma xwe ya yekem sala 1990î derxistiye, salên piştî wê koçî Ewropayê kiriye û li welatê Swêdê bi cîh bûye.

Beytocan piştî 23 salan cara yekem sala 2014an çûbû Amedê û konser dabû.

Hunermendê Kurd Beytocan bi hesreta welêt li xerîbiyê koça dawî kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst