Kerkûk: Wesayîtên leşkerî ji taxên Kurdan vekişiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxewan Ebdulah got ku wesayîtên leşkerî ji taxên Kurdan ên Kerkûkê vekişiyane.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah diyar kir ku li Kerkûkê jiyan gav bi gav asayî dibe.

Herwiha Şaxewan Ebdulah diyar kir ku ketin û derketina bajêr jî asayî bûye.

Şaxewan Ebdulah ji Rûdawê re ragihand ku li Kerkûkê çend qonaxên asayîbûnê hene.

Wesayîtên leşkerî vekişiyane

Ebdulah da zanîn ku di qonaxa yekem de wesayîtên leşkerî yên ku taxên Kurdan dorpêç kiribûn vekişiyane.

Herwiha Şaxewan Ebdulah bal kişand ser wê yekê ji bo kesên ku gule li xwepêşanderên Kurd reşandine bên tespîtkirin û pêvajoya darizandinê dest pê bike dê komîsyonek li Kerkûkê lêkolînan bike.

2yê Îlonê hêzên ewlehiyê yên Îraqê li Kerkûkê gule li xwepêşanderên Kurd reşandibûn û di encamê de 4 Kurd şehîd ketibûn 16 kes jî birîndar bûbûn.

Şaxewan Ebdulah li ser vê yekê jî wiha axivî:

“Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoyê dê îro biçe Kerkûkê û li ser bûyeran raporekê amade bike û pêşkêşî Dîwana Serokatiya Parlamentoyê bike.”

Ebdulah diyar kir ku 2 endamên hêzên ewlehiyê yên ku gule li xwepêşanderên Kurd reşandine hatin tespîtkirin û wiha pê de çû:

“Me hemû belge û dîmenên vîdeoyî yên derbarê hêzên ewlehiyê yên ku di 2ê Îlonê de destê wan di şehîdkirina 4 xortên Kurd hebû, radestî Serokwezîrê Îraqê û Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoyê ya Îraqê kirin.”

Şandeyeke parlamentoyê dê li Kerkûkê lêkolînan bike

Li aliyê din, Alîkarê Serokê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoyê ya Îraqê Segvan Sindî ji Rûdawê re ragihand ku ew dê îro li Kerkûkê lêkolînan bikin.

Segvan Sindî li ser armanca şandeyê wiha axivî:

“Armanca çûna me ya Kerkûkê lêkolîna wan bûyeran e ku di encamê de 4 welatî şehîd ketibûn û 16 welatî jî birîndar bûbûn.

Ji bo eşkerekirina berpirsên vê bûyerê em dê bi welatiyên li herêmê, rayedarên îdarî û leşkerî yên li bajêr re gelek hevdîtin û lêkolînan bikin.”

Serokê Parlamentoya Îraqê, 9ê Îlonê Serokê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoyê ya Îraqê ji bo lêkolîna bûyerên Kerkûkê erkdar kiribû.