Partiya Çepên Kesk li ser Sezgîn Tanrikulu daxuyanî da

12-09-2023
Nîşan Sezgîn Tanrikulu Partiya Çepên Kesk Artêşa Tirkiyeyê Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çepên Kesk (YSP) derbarê kampanya reşkirina Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu de daxuyaniyek belav kir.

YSPyê di daxuyaniya xwe de got, “Dema kesê rastiyan dibêje Kurd be rûbirûyî zilma dijminên rastiyê dibe.”

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu roja îna borî bi telefonê beşdarî bernameyeke televîzyonê bû.

Tanrikulu di vê bernameyê de da zanîn ku artêşa Tirkiyeyê 15 welatiyên ji Ameda Bakurê Kurdistanê ji helîkopterê avêtine.

Tanrikulu herwiha anî zimên ku artêşa Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê li hemberî Kurdan çendîn tawanên din jî kirine.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê roja şemiyê derbarê Sezgin Tanrikulu de bi tohmeta “heqareta li gelê Tirkiyeyê û saziyên dewletê û teşwîqkirina kîn û dijminkariyê” lêpirsîn da destpêkirin.

Ev çend roj in li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşeke zêde li ser gotinên Sezgîn Tanrikulu heye.

Bi taybetî jî aliyên hikumetê û nijadperst Sezgîn Tanrikulu ji ber van gotinan dikin armanc.

Li aliyê din, hinek alî jî piştgiriyê didin wî parlamenterê CHPyê.

Partiya Çepên Kesk (YSP), doh li hemberî kampanyaya reşkirinê û armancgirtina Sezgîn Tanrikulu, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

YSPyê di vê daxuyaniyê de nerazîbûna xwe ya li beramberî lêpirsîna ku derbarê wî de hatiye destpêkirin nîşan da.

“Her kesê ku rastiyan bîne ziman dikin dijmin”

YSPyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dijayetiya Tanrikulu ya ji aliyê desthilat û mixalefetê ve û got:

“Desthilata AKP-MHPyê û partiyên mixalefetê ku li ser zemîna wan siyasetê dikin, herwiha aliyên ku çavkaniya xwe ji şer digirin, her kesê ku rastiyan bîne ziman dikin dijmin û dest bi kampanyayên lîncê dikin.

“Tawanên salên 90î yên li dijî Kurdan îro jî berdewam dikin”

Piştî Merdan Yanardag vê carê jî Parlamenterê CHPyê bû armanca vê civaka kêm a lîncê.

Tawanên salên 90î yên li dijî Kurdan îro jî berdewam dikin, desthilata AKP-MHPyê û mixalefeta xwecihî û niştîmaniya wê bikeran diparêzin.”

“Nikarin rastiyê veşêrin”

YSPyê herwiha di daxuyaniya xwe de hinek tawanên artêşa Tirkiyeyê yên ku li Bakurê Kurdistanê kirine bi bîr xistin û wiha got:

“Yên ku hewl didin wan kesên tawanên li dijî Kurd, Ermen, Elewî û hemû aliyên din hatine kirin tînin ziman bê deng bikin, nikarin rastiyê veşêrin.

Ev koma ku erkê wê paqijkirina wan tawanan e ku li ser navê dewletê hatine kirin, dema mijar dibe Kurd helwêsta wan a redkirin, tinehesibandin û parastina komkujiyê ye, ne nû ye.”

“Rûbirûyî zilma kesên dijminê rastiyê tê”

YSPyê herwiha di daxuyaniya xwe de destnîşan kir:

“Dema kesê rastiyan dibêje Kurd be rûbirûyî zilma kesên dijminên rastiyê tê.

“Ji hesabdayînê rizgar nabin”

Dîrokê ev rastî tomar kiriye. Tawanbar û kesên wan diparêzin, ji hesabdayînê rizgar nabin.

Em dê her demê bi rastiyê re bin û em dê di her şert û mercî de berdewam bikin ku rastiyê biparêzin.”

Erdogan ew tehdîd kir

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, doh dema ji Lûtkeya G-20ê ya li Hindistanê vedigeriya gefa cezakirinê li Sezgîn Tanrikulu xwar.

Erdogan di axaftina xwe de wiha got: “Ev şexs (Sezgîn Tanrikulu) dê li pêş hiquqê cezayê zimandirêjiya li hemberî artêşa herî bi şeref û merd bistîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst