Koçberên Şingalê xwe ji bo sala nû ya xwendinê amade dikin

12-09-2022
RÛDAW
Koçberên Şingalê xwe ji bo sala nû ya xwendinê amade dikin
Koçberên Şingalê xwe ji bo sala nû ya xwendinê amade dikin
Nîşan Şingal Sala Xwendinê Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Şingalê yên di nav kampan de, xwe ji bo sala nû ya xwendinê amade kirine. Ji bo wan xwendin bi zimanên Kurdî û Erebî jî heye.

Ew kêfxweş in ku di xwendina Kurdî de, xwendina Ola Êzidî heye. Ev yek bûye sedem ku zêdetir Kurdên Êzidî zarokên xwe bişînin ber xwendina bi zimanê Kurdî.

Li kampên penaberên Şingalê li parêzgeha Duhokê, xwendina bi zimanê Kurdî û Erebî heye, beşekê wan zarokên xwe dişînine xwendina Kurdî û beşek dişînine zimanê Erebî, jineke penaber dibêje ji ber ku zimanê Kurdî şirîn e ez zarokên xwe dişînime zimanê Kurdî.

Sê zarokan malbatê diçine dibistanê, yek ji wan jî dê îsal biçe, dayik û bav, wan dişînine dibistanên Kurdî, ji ber ku baştir têdigihin.

Penaber Nesîma Berces got, “Min divêt biçin Kurdî Êzidayetî tê de heye, tiştan nîşan didin, misaedê ji bo wan dikin, zimanê me ye Kurdî, zimanekî şirîn e, min divêt zarokên me biçine Kurdî.”

Beşeke din a zarokan diçine dibistanên xwendina Erebî, yên wan jî sedemên wan hene.

Saniya Îsmaîl anî ziman, “Em şeş xwişk in, her şeş diçine dibistanê, îsal ez çûme şeşê xwişkeka min ji nû diçîte dibistanê ji ber em zû Erebî fêr dibîn, Kurdî dereng fêr dibîn.”

Li Rêveberiya Perwerdeya Şingalê ser 1100 xwendekar îsal hatine wergirtin, 750 ji wan yên penaber in yên li Şingalê wergirtine.

Meyser Hecî got, “Çi dilxweşî ye gelek xelkê me yê ku xwendina Êzidîyatî di nav Kurdî de heye heta ezmûnên me yên nîştimanî û wîzarî jî Êzidîyatî ligel pirsyarên Kurdiyê ye, gelek ji xelkê me li Şingalê zarokên xwe dişînin Kurdî ji ber vê sedemê.”

Li nûnertiya Wezareta Perwerdeya Iraqê ku xwendina Erebî ye, heta niha deriyê wergirtinê vekirî ye, pêşbîniya wan ew e zêdetirî hezar xwendekarên nû werbigirin.

Rêvebera Nûnertiya Wezareta Perwerdeya Iraqê Huda Xalid got, “Yekem tişt amadekirina dibistanan, em xwendekaran amade dikin, derbarê qebûlkirina zarokan di pola yeka seretayî de, zêdetir ji 1000 xwendekaran.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst