Serok Barzanî: Ji vê yekê xweştir nîne di welatekî de her kes weke xwîşk û bira bijîn

12-09-2022
RÛDAW
Serok Barzanî beşdarî li rêwresma vekirina Baregeha Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşurî li Hewlêrê kir
Serok Barzanî beşdarî li rêwresma vekirina Baregeha Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşurî li Hewlêrê kir
Nîşan Serok Barzanî Baregeha Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî Hewlêr Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina baregeha Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî li Hewlêrê de ragihand, pêkvejiyan li Herêma Kurdistanê, bêyî ciyawazî bûye ferheng ji aliyê hemû pêkhateyên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê ve. Serok Barzanî herwiha got ku Ji vê yekê ciwantir û xweştir tune ye ku di welatekî de her kes weke xwîşk û bira bi hev re bijîn.

Serok Barzanî Îro duşemê 12ê Îlona 2022yan, beşdarî merasîma vekirina baregeha Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî li Hewlêrê bû û gotarke pêşkeş kir û pîrozbahiya vekirina wê dêrê li Aşûrî û Mesîhiyên Herêma Kurdistanê kir.

Di axavtina xwe de Serok Barzanî got: “Gelek xwe bi bextewer dizanim ku îro li gel we li vê helkeftê de beşdarim. Vekirina vê dêrê, nîşaneya pêwendiyên dîrokî ye ku 100 sal berê di navbera herdu şehîd Şêx Ebduselam Barzanî û Keşe Mar Şemûn de çêbûye, ku di wê serdemê de bingeha pêkvejiyan û biratiyê li Herêma Kurdistanê danîne.”

Serok Barzanî diyar kir, vekirina wê dêrê, nîşaneya pêwendiyên dîrokî ye ku 100 sal berê di navbera herdu şehîd Şêx Ebduselam Barzanî û Keşe Mar Şemûn de çêbûye, ku di wê serdemê de bingeha pêkvejiyan û biratiyê li Herêma Kurdistanê danîne.

Serok Barzanî got: “Ji vê yekê ciwantir û xweştir tune ye ku di welatekî de her kes weke bira bi hev re bijîn, tiştê girîng ew e ku em hemû Xwedaperest bin, cihê fexr û şanaziyê ye, ev ferheng bûye ferhenga hemû xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên olî û netewî û mezhebî, divê em li ser vê ferhengê berdewam bin.”

Herwiha Serok Barzanî tekezî li ser berdewambûna li piştevaniya hemû xelkê Herêma Kurdistanê bêyî ciyawaziya olî, netewî û mezhebî kir û got: “Ev welat welatê me hemûyan e, divê em hemû bi hev re bi biratî û serbilindî û azadî tê de bijîn.”

Par 13ê Îlona 2021 patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî di merasîmekê de li Hewlêrê bi serpereştiya Serokê Usqufa Hindistanê, Birîkarê Patriyarkê Giştî, hemû metran, usquf û endamên civata Dêra Rojhilat a Aşûrî û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, dest bi kar kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst