Leşkerên Îranê kolberekî Kurd li ser sînor kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Îranê li sînorê navçeya Bane ya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê teqe li kolberên Kurd kirin û kolberek kuştin.
Li gor zanyariyan, leşkerên Îranê êvara duh Yekşembê 11ê Îlona 2022an li sînorê Hengejal a navçeya Baneyê gulle li hejmarek kolberên Kurd reşandine û di encamê de kolberek bi navê Rizgar Mihemedzade kuştine.
Rizgar Mihemedzade 40 salî, xelkê bajarê Seqizê yê parêzgeha Sine û bavê du zarokan e.
Li gorî zanyariyan hêzên Îranê “rasterast” teqe li wî kolberî kirine û di cih de canê xwe ji dest daye.
Rêxistina Hengaw bo Mafên Mirovan ragihandiye, “hêzên pasevanên sînor ên Îranê ji nêzîk ve teqe li Rizgar Mihemedzade kirine û ew kuştine.”
Li gor zanyariyan, Rizgar Mihemedzade ji ber rewşa xirab a aborî û ji bo debara malbata xwe, li ser sînorê navçeya Baneyê karê kolberiyê dikir.
Termê wî welatiyê Kurd ji aliyê xelkê navçeyê ve bo Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Baneyê hatiye veguhastin.