Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pirsgirêka xwendina bi zimanê Kurdî mezintir bûye û li gor rayedarên xwendina Kurdî yên wan navçeyan, metrisî li ser xwendina bi zimanê Kurdî çê bûye. Ji ber pirsgirêkan li Kerkûk, Xaneqîn, Şingal û Xurmatuyê hejmara xwendekarên ku li dibistanên Kurdî dixwînin kêm bûye.
Sala xwendinê ya 2022-2023 li Herêma Kurdistanê sibê dest pê dike.
Di demekê de ku li Iraq û Herêma Kurdistanê zengila sala nû ya xwendinê lêdikeve, pirsgirêkên perwerde û xwendina bi zimanê Kurdî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê piştî bûyerên sala 2017an berdewam in.
Hikûmeta Iraqê li wan navçeyan bi zanebûn û sîstematîk siyaseta guhertina demografiyayê û Erebkirinê dide meşandin û wê siyasetê bandoreke neyênî li perwerdeyê jî kiriye.
"Eger wiha berdewam bike, dibe ku kurd li Kerkûkê bibin neteweya sêyemîn"
Li Kerkûk û navçeyên wê jî kêmbûn di tercîha xwendekarên Kurd bo dibistanên Kurdî de heye.
Serpireştê Yekeya Bingehîn a Xwendina Kurdî li Kerkûkê, Perwîn Fatih ji Rûdawê re ragihand, “Xwendina Kurdî li Kerkûkê ber bi kêmbûnê ve ye, li beşek ji taxên ku berê hejmara herî zêde ya xwendekarên Kurdî lê bû, niha daxwaz tê kirin dibistanên Erebî bên vekirin û malbat zarokên xwe dişînin bo xwendina Erebî. Eeger rewş bi vî awayî berdewam bike, dê Kurd li Kerkûkê bibin neteweya sêyem.”
Li sînorê Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê di beşa xwendina Kurdî de 520 dibistanên Kurdî hene ku nêzîkî 92 hezar xwendekar lê dixwînin, herwiha nêzîkî heşt hezar mamoste û fermanber lê dixebitin.
Derbarê metirsiyên ser xwendina Kurdî li Kerkûkê, Perwîn Fatih got, “Yek ji metirsiyan ku tûşî xwendina Kurdî li Kerkûkê bûye ev e ku malbatên Kurd zarokên xwe dişînin dibistanên Erebî. Hin tax hene ku berê rêjeya herî zêde ya xwendekarên xwendina Kurdî lê hebû, lê niha xelkê wê xwepêşandanan dikin bo vekirina dibistanên Erebî.”
Pirsgirêka xwendina Kurdî li Kerkûkê ne tenê li dibsitanan lê belê li zanîngehan û di xwendina bilind de jî heye. Wek mînak, li zanîngeha Kerkûkê 785 mamoste hene ku 450 ji wan mamosteyên Ereb û 250 mamosteyên Tirkmen in û tenê 85 mamoste ji neteweya Kurd in.
Perwîn Fatih amaje bi pirsgirêkeke din a xwendina Kurdî li Kerkûkê kir û ragihand, “dema 10 salan e bi biryar a wezîrê perwerdehiyê yên hikûmeta wê demê ya Iraqê, çar dibistanên xwendina Kurdî bi armanca nûjenkirinê li Kerkûkê hatine rûxandin, lê belê heta niha nehatine nûjenkirin. Proseya çêkirin an nûjenkirina dibistanan heta xwendina Erebî hebe, ti pişkek jê nagihe xwendina Kurdî û ew yek ji bo me bûye pirsgirêkek mezin.”
Xaneqîn: Pirsgirêk ji siyaseta hikûmeta Iraqê derdikevin
Rewşa perwerdeya Kurdî li navçeya Xaneqînê ji Kerkûkê ne cuda ye û xirabtir nebe baştir nîne.
Mamosteyê Lîseyê li dibistana Diyako ya Xaneqînê, Mahîr Hoşeng derbarê rewşa xwendina Kurdî li Xaneqînê ji Rûdawê re axivî û ragihand, 33 dibsitanên Kurdî li navçeyê hene ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine terxankirin û ji sala 2004an ve heta niha tenê du dibistan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li Xaneqînê hatine avakirin.
Mahîr Hoşeng got, li Xaneqînê dibistanên ku niha xwendina Kurdî lê berdewam in, li avahiyên ser bi perwerdeya Diyaleyê ne û mêvan in.
Li Xaneqînê berî bûyerên Cotmeha 2017an 6 hezar û 500 xwendekar li dibistanên Kurdî dixwendin, lê belê piştî wan bûyeran hejmara wan daketiye 4 hezar û 350 xwendekaran.
Mahîr Hoşeng dibêje, gelek pirsgirêk hene û yek ji wan jî pirsgirêkên siyasî ne. Mamoste Mahîr Hoşeng got, “Em bi hikûmeta Iraqê de di nava hevrikiyê de ne û ew dixwazin zimanê Kurdî nemîne û bi bûdceyeke mezin hevrikiyê dikin, lê bûdceya me jî tune ye.”
Mamosteyê xwendina Kurdî, Mahîr Hoşeng diyar kir, piştî bûyerên Cotmeha 2017an û heta niha 25 dibistanên Kurdî kirin dibsitanên Erebî. Mahîr Hoşeng got, “Berê eger 60 dibistanên Kurdî heban, niha 30 dibistan hene û eger 30 dibistanên Erebî heban, niha 60 dibistan hene, yanî rewş berovajî bûye.”
Ji ber metirsiyên li ser xwendina Kurdî li Xaneqînê, çalakvanên navçeyê kampînek bi haştaga “Zimanê Dayikê Biparêze” destpê kirine.
Li gor agahiyan, Hikûmeta Iraqê aliyên peywendîdar agahdar kirine ku divê ew dibistanên ku bo xwendina Kurdî hatibûn terxankirin, bo hikûmetê bên vegerandin. Bi gotina Mahîr Hoşeng, ji me re gotin: “Hejmara xwendekarên me zêde bûne û me pêwîstî bi dibistanên xwe heye.”
Li Xurmatû 50 dibistanên Kurdî kirin erebî
Rewşa herî xirab di warê perwerdeya Kurdî de li navçeya Xurmatûyê ye.
Berpirsê Perwerdeya Kurdî ya Xurmatû Ehmed Tarik ji Rûdawê re ragihand, “Bi pileya yekem li Xurmatûyê metirsî li ser xwendina Kurdî heye, sala borî li 32 dibistanên Kurdî yên navçeyê 550 mamoste kar dikirin û 4 hezar û 500 xwendekar jî hatin perwerdekirin. Lê belê ji ber destpênekirina sala nû ya xwendinê hêj amarên îsal nayên zanîn.”
Ehmed Tarik destnîşan kir ku piştî bûyerên sala 2017an li Xurmatuyê 8 dibistanên Kurdî hatin girtin û got, “Niha 3 dibistan hewceyî restorekirinê ne û pêwsîte 5 dibistanên nû jî bên vekirin.”
Berpirsê Perwerdeya Kurdî ya Xurmatû diyar kir, “Niha li wan dibistanên me sê şîftên xwendinê hene. Em di rewşeke herî xirab de ne, çimku perwerdeya Xurmatûyê ser bi parêzgeha Selahedînê ve ye û serederiya wan bi Kurdan re ne baş e. Tenê di sala bihorî de nêzî 50 xwednekarên Kurd ji ber rewşa heyî derbasî xwendina Erebî bûn.”
Rewşa dawî ya perwerdeya Kurdî li Şingalê
Li Şingalê 30 hezar xwendekarên Kurd li 54 dibistanan dixwînin.
Pêştir îdiayek hebû ku li Şingalê jî wek navçeyên din ên Kurdsitanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê asteng li pêşiya xwendina Kurdî tên çêkirin, lê belê Rêvebirê Perwerdeya Şingalê wê yekê red dike.
Rêvebirê Perwerdeya Şingalê, Meyser Hecî ji Rûdawê re ragihand, “Li Şingalê ti pirsgirêkek di xwendina Kurdî de nîne û her du zimanên Erebî û Kurdî di dibsitanan de hene û xwendekar bi dilê xwe yek ji wan du zimanan hildibijêrin.”
Meyser Hecî got, “Îsal me çar dibistan nûjen kirine ku du ji wan li kampên koçberan ên li Duhokê ne û duyên din jî li qezaya Şingalê ne. Niha 54 dibistan li qezaya Şingalê hene ku di sala xwendinê ya 2022-2023 de xwendekar dê lê bixwînin.”
Bi gotina Meyser Hecî, pêştir %20ê xwendekarên xwendina Kurdî li Şingalê nemabûn lê îsal bi heman rêjeyî xwendekar di pola yekem a bingehîn de hatine wergirtin.
Derbarê hejmara mamosteyan de jî, Rêvebirê Perwerdeya Kurdî ya Şingalê diyar kir, “%50 ji mamosteyên Şingalê bi fermî hatine tayînkirin û %50ê din jî mamosteyên wanebêj in ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine tayînkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse