Davutoglu bo Rûdawê: Kuştina Tahir Elçî suîqesteke siyasî bû
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li Amedê derbarê armanca serdana xwe, rewşa siyasî ya Tirkiyê û dawîn pêşhatên siyasî bersiva pirsên rojnamevanan da. Davutgolu ji peyamnêrê Rûdawê re behsa bûyera kuştina Tahir Elçî jî kir û got, “Kuştina Tahir Elçî suîqesteke siyasî bû û ez gelek êşandim, divê bikuj bên dîtin.”
Serokê Partiya Pêşerojê amaje bi serdanên xwe yên bo bajarên Bakurê Kurdistanê kir û got, ew dixwazin xwe bigihînin her kesê, ji ber ku armanca wan desthilat e û bi gotina wî, tevî ku ew rastî astengiyên medyayî jî pêşwaziyeke baş li wan tê kirin.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê li Amedê Maşallah Dekak jî du pirs arasteyî Serokê Partiya Pêşerojê kirin.
Maşallah Dekakdi pirsa yekem de, amaje bi qonaxa di navbera hilbijartinên7ê Hezîran-1ê Mijdarê kir û ji Davutoglu pirs kir, “ka gelo ti belgeyeke nihênî li ser wan bûyeran di destê wan de heye ku eşkere bikin?” ku Davutoglu wê heyamê serokwezîr bû û li gel têkçûna proseya çareseriya pirsa Kurd, şer destpê kiribû.
Di pirsa duyem de jî peyamnêrê Rûdawê bûyera kuştina Serokê berê yê Baroya Amedê bibîr xist ku ew jî di heyama serokwezîriya Davutoglu de bû û heta niha jî bikuj nehatine dîtin û cezakirin.
Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Ahmet Davutoglu, heyama ji 7ê Hezîranê ta 1ê Mijdarê wek qonaxeke `gelek hestyar û krîtîk` binav kir û got, “Tundtirîn têkoşîna min a siyasî di wê heyamê de bû.”
Ahmet Davutoglu, got wê demê ji ber ku ew ne xwediyê kursiyên pêwîst bûn ji bo pêkanîna hikûmetê, “her kes çaverê bû ku krîzeke mezin rû bide” û rexneyên tund li helwesta Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya wê demê girtin ku niha jî bûye hevpeymanê AK Partiyê û diyar kir, “(Bahçelî) ji bo xilaskirina kursiya xwe li gel Erdogan sîstema rêveberiya Tirkiyê guhert bû alîkar ku Tirkiye bibe welatekî otorîter.”
Li ser rewşa siyasî ya wê heyamê jî Davutoglu got, “Bahçelî şeva 7ê Hezîranê got, ew di nav ti hikûmetan de cih nagirin, CHP di nav hewldana pêkanîna hikûmeteke opozisyonê bû û HDP jî tevî hebûna proseya çarseriyê bi awayekî zelal bi banga PKKê ya têkoşîna çekdarî, qada xwe teng kir. Piştî 7ê Hezîranê bangên xebata çekdarî hatin kirin ku proseya çareseriyê têk bibin. Li aliyekî nizama giştî û li aliyê din sîstema aborî di bin gefê de bû. Em li gel pêkanîna hikûmeteke hevpeymanî bûn, lê i gel ti aliyan pêkan nebû û me Tirkiye bir bo hilbijartinên 1ê Mijdarê.”
Serokê Partiya Pêşerojê behsa danîna qeyûman jî kir û got, “Ez bi zelalî li dijî danîna qeyûm derketim, ji ber ku eger tawanbar bûn, we çima rê da bikevin hilbijartinan, eger bê tawan bin, hûn çawa şaredarên bi dengên xelkê hatine hilbijartin diguherin û hûn çima ji Encûmena Şaredariyê hilnabijêrin. Partiya min nebû, ez bi şexsî li dij derketim. Ji ber ku ji bo min demokrasî û nizama giştî bi hev re dikarin bijîn. Pêkanîna nizama giştî bi jinavbirina azadiyan, dibe sedema otorîterbûnê. Li ser van gotinan, Bahçelî bi awayekî eşkere ez kirim hedef. Ji xwe piştî demekê ez hatim neçarkirin ku ji serokwezîriyê cuda bibim.”