Rêveberiya Xweser rê neda serkirdeyê PDK-Sê Neşet Zaza derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe

12-09-2021
RÛDAW
Endamê Polîtboruya PDK-Sê Neşet Zaza, îro Yeşkemî 12ê Îlona 2021 di stodyo ya Rûdaw de.
Endamê Polîtboruya PDK-Sê Neşet Zaza, îro Yeşkemî 12ê Îlona 2021 di stodyo ya Rûdaw de.
Nîşan Rojava PDK-S Neşet Zaza Rêveberiya Xweser YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtboruya PDK-Sê Neşet Zaza ji Rûdawê re ragihand, piştî ku wî duh xwest bi fermî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, lê li aliyê deriyê sînorî yê Sêmalka rê nedane wî, ew neçar bûye bi rêyên din derbas bibe, lê hêzên pasevanên sînor ên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ew girtine û piştre ew bo Başûrê Kurdistanê vegerandine.

Neşet Zaza ku îro beşdarî Bultena Rojavayê Kurdistanê ya Rûdaw TV bû ku demjimêr 19:00 li go dema Hewlêrê ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin, behsa hewldana serdana xwe bo Rojavayê Kurdistanê û vegerandina xwe ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser ve bo Başûrê Kurdistanê kir.

Neşet Zaza diyar kir, “Ez duh sibehî derdora saet 10:00 ez gihîştin deriyê sînorî yê Pêşxabûrê, ji bo ku derbas bibim, pêwendî bi aliyê din re kirin û gotin, kek Neşet li vir e û hez dike derbas bibe, tevî ku 3 kesên wan ji aliyê din derbas (derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê) bûn û hatin vî alî, ku yek ji wan Besam Ishaf Nûnerê MSDê li Amerîkayê bû. Gotin na, hemahengî nîne û nabe ku derbas bibe. Herwiha me gelek pêwendî jî kirin, bi kek Xebat re û heval Baz re, lê neçû serî, piştî wê ez mam heta saet 1ê nîvro jî, derfet nedan ku ez derbas bibim.”

Endamê Polîtboruya PDK-Sê herwiha got, piştî ku rê nedan ew ji deriyê Sêmalka re derbas bibe, wî hewl daye ku di rêya deriyê sînorî yê Welîd re derbas bibe. Neşet Zaza destnîşan kir, “Min xwest derbas bibim, lê ez rastî dewriyeyeke pasevanên sînorî yên YPGê hatim, ez girtim û birim û heta 1:30 şevê ti danûstandin bi min re nekirin.”

Zaza da xuyakirin, derdora saet 1:30 şev du kes ji îstixbaratên YPGê lêkolîn pê re kirine û piştî ku ew nas kirine û aliyên ser xwe re agahdar kirine, û dema ew nas kirine, ew vegerandine Herêma Kurdistanê û jê re gotine, nabe tu derbasî Rojavayê Kurdistanê bibî. Zaza wiha got, “3 kes bi me re siwar bûn, di pickupekê de, vê şevê saet 3:00 nîvê şevê ez anîn danîn ser sînor û gotin, eva han xala Pêşmerge ye û tu dikarî herî cem biraderên xwe.”

Wî endamê Polîtboruya PDK-Sê amaje bi wê yekê kir, ku vegera bo welatê xwe ji mafên bingehîn ên her kesekî ye û got, “min jî xwest wek her kesekî, her welatiyekî Rojavayê Kurdistanê vegerim welatê xwe û vegerim ser kar û xebata xwe.”

Bi gotina Zaza, di dema lêkolînê de ji wî pirsa formên zanyariyan a li deriyê Pêşxabûrê ji kesên ku ji Rojavayê Kurdistanê ve serdana Başûrê Kurdistanê dikin, hatiye kirin û wî jî di bersiv de gotiye, ew yek girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û tiştek e ku ne girêdayî PDK-Sê ye.

Neşet Zaza herwiha behsa bandora bûyerên wisa li ser nêzîkbûna aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê jî kir û da zanîn, “her wextê ku xelkê me dilrihet dibe ku nêzîkbûnek Kurdî çê dibe, nehezên pirsa milletê Kurd dixwazin vê nêzîkbûn û lihevkirina han têk bibin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst