Hêzên Rêzgariya Efrînê:11 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin. Wêne: Ji vîdeoya HREyê hatiye wergirtin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihandine ku di 2 operasyonan de, hêzên wan 11 çekdarên girêdayî Tirkiyê kuştine û 4 çekdar jî birîndar kirine.
HREyê di daxuyaniyekê de ku li ser hesaba xwe ya Telegramê belav kiriye, dibêje ku şervanên wan di herdu rojên 7 û 10 Îlonê de, li dijî grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve êriş pêk anîne û di encama wan êrişan de 11 çekdar kuştine û 4 çekdarên din birîndar kirine.
HREyê herwiha li ser twittera xwe dîmenên êrişên li dijî grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê belav kirine ku têde tê xuyakirin, binkeyên leşkerî yên çekdaran bi çekên giran tên armanckirin.
HRE di daxuyaniya xwe de dibêje: “Di roja 7`ê Îlonê de, hêzên me li navçeya Şera li hemberî baregeheke artêşa dagirker çalakiyek serdagirtinê hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de, 5 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn, motorek û doçkayek hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de her wiha 2 çekên AK-47, 1 çeka BKC, 1 termal, 1 telefon, 1 bêtêl û nasnameyên çeteyan hatin bidestxistin.”
Li gor heman daxuyaniyê "di roja 9ê Îlonê de, li gundê Til Malid yê girêdayî navçeya Marê, di encama çalakiyekê de 3 çete hatin kuştin û çete jî birîndar bûne. Di roja 10`ê Îlonê de, li gundê Kil Cibrîn ya Ezazê di encama çalakiyek taybet de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.”
Heta niha ne Tirkiyê û ne jî opozisyona Sûriyê tu daxuyanî derbarê wan herdu êrîşan de nedane.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji roja 18ê Adara 2018an ve di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye.
Piştî ketina Efrînê, YPGê ragihandibû ku ew dê stratejiyeke nû di şer de bi kar bînin û dê şerê partîzanî bikin û Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di vê çarçoveyê de hatibûn avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse