Şêwirmendê Kazimî bo Rûdawê: Em dixebitin hilbijardineke paqij li navçeyên nakok lidar bixin

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bo Karubarên Hilbijartinan ragihand, hikûmet û Komisyona Hilbijartinan kar dikin ji bo ku hilbijardineke paqij li navçeyên kêşe li ser bê lidarxistin.

Ebdulhisên Hindawî, Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê ji bo Karûbarên Hilbijartina ji Rêdawê re ragihand: “Hikûmet û Komisyona Hilbijartinan berdewam li gorî şîyana xwe kar dikin bo cîbicîkirina yasayê ji bo misogerkirina bangeşe û dengdaneke paqij di proseya hilbijartinên parlamentoya Iraqê de li navçeyên nakokî li ser û tevahiya navçeyên din.”

Ebdulhisên Hindawî got jî: “Hikûmet herwiha hewil dide mafê hemû berbijêran biparêze, bê şik dibe metirsî hebin, lê belê hikûmet rûbirûyê wan dibe bi rêya rêkarên komîteya bilind a parastina ewlehiya hilbijartinê.”

Navçeyên nakok ew navçe ne ku her yek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê xwe bi xwediyê wan navçeyan dizanin û di maddeya 140 a Destûra Iraqê de mekanîzma çareserkirina pirsgirêka wan navçeyan hatiye diyarkirin, ku divê herî dawî bi referandumê û dengê xelkê çarenivîsa wan navçeyan bê destnîşankirin.

Ew navçe tevahî yan beşek ji parêzgehên Kerkûk, Neynewa (Mûsil), Selahedîn û Diyaleyê li xwe digirin.

Biryar e di 10ê Cotmeha îsal de hilbijartinên pêşwext li Iraqê bê lidarxistin û li gor daneyê fermî,

Di hilbijarrtinên pêşwext yên Iraqê de ku biryare li 10 maha dahatî bi rêve biçe, zêdeyî 25 milyon welatiyên Iraqê mafê dengdanê hene, zêdeyî 17 milyonan karta bayometrî ji bo wan hatine çapkirin, yên din jî merc e ku zanyariyên xwe li komisyona hilbijartinan nû kiribin, daku bikaribin bi karta elektronî beşdarî di dengdanê de bikin.