Tirkiye dibêje wan 21 gerîla û PKKê dibêje wan 9 leşker kuştine

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Sivîl (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihand ku gerîlayên wan 9 leşkerên Tirkiyê kuştine. Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî dibêje di heyama 24 saetê dawiyê de 9 gerîlayên HPGê canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandina HPGê îro şemiyê 12ê Îlona 2020an daxuyaniyek belav kir û ragihand ku gerîlayên wan li dijî artêşa Tirkiyê çend çalakiyên bihêz encam dane.

Li gor zanyariyên Navenda Ragihandina HPGê belav kirine, Di 9ê Îlonê de saet di 15.15an de hêzên YJA Starê li Girê Mûhabere yê herêma Xanturê hin çalakî li dar xistin di encama wê êrişê de 5 leşker hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.

HPGê derbarê şerê li herêma Xamtîrê de jî ragihand ku roja 3ê Îlonê demjimêr 11.10an gerîlayên wan li devera Xamtîrê li Girê Katosûlê kepçeyeke artêşa Tirkiyê ji nav birine û di wê çalakiyê de 3 leşkerên li dorê hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Li gor heman daxuyaniyê gerîlayên HPGê yêb bi navê Êrîş û Akîf di êrîşa asmanî de canê xwe ji dest dane û  dê nasnameya wan piştre werin eşkerekirin. Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê şerê li Heftenînê daxuyaniyek belav kir û îddîa kir ku di 24 saetên dawiyê de 21 û di 10 rojên dawiyê de jî 118 gerîlayên HPGê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di çarçova wê operasyona ku roja 16ê Hezîranê dest pê kiribû leşkerên xebatên xwe yên lêgerînê li deverê bi “serkeftî” temam kirine.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku operasyonên wan ên li dijî PKKê dê li berdewam bin.