Latif Epozdemîr: Şoreşa Îlonê tevgereke girîng e di pêkhatina hizra netewî ya Kurdî de

12-09-2020
RÛDAW
Nîşan HAK-PAR Şoreşa Îlonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latif Epozdemîr bi boneya 59emîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û got, “Şoreşa Îlonê tevgereke girîng e di pêhatina hizra netewî ya Kurdî de.”

Serokê Giştî yê HAK-PARê Latif Epozdemîr di peyama xwe ya bi boneya 59emîn salvegera Şoreşa Îlonê de got: “Di bin serokatîya Mela Mistefayê Barzanî de, 11 Îlona sala 1961an, bi mebesta berevanî li maf û berjewendîyên rewa yên Kurd û Kurdistanê, serhildanek gelêrî pêk hat ku di dîroka Kurdistanê de wek Şoreşa Îlonê tê binav kirin. Ev tekoşîn hemu Kurdên welathez kelecanî dike, dilşa dike.”

Latif Epozdemîr bi bîr dixe ku Mela Mistefa Berzanî di dema Komara Kurdistanê ya Mahabadê de, serleşkeriya ertêşa Komara Kurdistanê dikir û dibêje: “Piştî hilweşîna Komarê Mela Mistefa li gel desteyek pêşmerge derbasî Rusyayê (SSCB/YKSS) bu. Pişti ku Evdilkerim Qasim li dawîya kudîtayeke leşkeri li Iraqê hate ser kar, bang li serokê milliyê Kurdan Mela Mistefa kir ku bi hevre kar bikin. Mela Mistefa vegeriya Kurdistanê û bi Evdilkerim Qasim re hevdîtinan pêk anî. Evdilkerim Qasim soz dabu ku wê mafên milliyên Kurdan were naskirin û wê otonomîyek li Kurdistanê pêk were. Mela Mistefa bawer nedikir lê dîsan jî teklîfa dewleta Îraqê qebul kir, ligel General Qasim bi şêwazek aştîyane pêwendîyan pêşda bir. Piştî demeke kin, mixabin ku, Evdilkerim Qasim li Kurdan qulibî û li ser qewlê xwe nema.”

Epozdemîr diyar kir ku bi sedema wê rewşê Mela Mistefa bang li gelê Kurdistanê kir ku rabin peya û dest bidin hev û mil bi mil Kurdistanê rizgar bikin û got: “Li ser banga Mela Mistefa, Kurdan  çekên xwe hilgirtin û berê xwe dane çiya, şoreş û serhildanek xûrt û çeleng pêk anîn. Ew roj di dîrokê de bi navê Şoreşa Mezin a Îlonê hat nivsandin. Şoreşa Îlonê bu zanîngeh û xwendingehek ji bo perwedebuna têkoşerên Kurdistanê.

Ev tevgera giring da nişan ku dijmin bi hemû cûre zordestî û sitemkarîya xwe wê, nikaribe serê miletê Kurd bitewîne. Şoreşa Îlonê hêzên welatperwer û şoreşger li hev nêzîk kir û serokê şoreşê Mela Mistefayê nemir karî ruhê netewî ya Kurd yekrêz bike, îradeya millê yaa Kurdan geş bike.”

Bi gotina Epozdemîr Kurdan li hember zordestiya Sedam jî, şereke dijwar meşandin û ew dibêje: “Sedam jî, li gel Mela Mistefa pêwendî çêkir. Roja 11ê Adara sala 1970 di navbera  serokê netewî Mela Mistefa û Sedam de li hevhatinek pêk hat û otonomî hate îlankirin. Lê, ev otonomi, bi yasayî nehate meşandin. Li dawîyê dewleta Îran û İraq di pirsa “Şatul Ereb” de li hev hatin û bi peymana Cezayîr (1975) nakokîyên navbera xwe beralî kirin û sazumaneke dijberî a Kurd damezrandin. Ew sazûman niha jî didome.

Saddam jî, Kurda ji mafên netewî bêpar hişt. Kurd careke din dest bi şerê çekdarî kirin. Şerê Îran û Iraqê destpêkiribu. Li ser vê yeke Sedam sala 1989an, êrîşa Enfalê îlan kir ku di vê êrîşê de 183 hezar Kurd hatin kuştin. Qetliama Helebce pêk hat. Di vê êrîşê de 8000 kes ji binemala Berzanî bi saxî li Besrayê hatin binaxkirin û fetisandin. Kurdistan seranser bu wek gola xwînê.”

Serokê Giştî yê HAK-PARê herwiha amaje bi wê yekê kir kur Başûrê Kurdistanê bi referanduma demokratik kilîla serxwebûna Kurdistanê xiste berîka xwe û got: “Bêguman, ev destkevtîyên îro hêz û karina xwe ji şoreşa Îlonê sitendine. Dirûşma sereke ya şoreşa Îlonê Yan Kurdistan yan neman bû. Lewraye ku îro li Başûrê Kurdistanek azad heye.Li başûrê Kurdistanê ew tevgera ku bi dil û can berîya 59 salan dest pêkiribu, ji alîyê siyasî û civaki ve gelek giring e. Destkevtiyên wê şoreşê nîşana viyan û ruhê netewî ya Kurdistanê ye. Lazime ew ruh û îradeya netewî tu carî sist nebe. Kurd ji nav û nişana xwe dûr nekevin. Mela Mistefayê Barzanî handerê ajanda ruhê netewî ya Kurd e. Divê her tim jî li bîra Kurda be û Kurd ji rêbaza Mela Mistefa dernekevi û wî rêya rizgarîyê nîşanî Kurda daye.

Di beşeke din a peyama xwe de Latif Epozdemîr dibêje: “HAK-PAR parêzger, piştevan û piştgirê maf û berjewendîyên netewa Kurd e. Nabe ku bi hîç şîweyek xirapkar xesarê bidin azadiya Kurdistanê. Bereya xirapkaran lazime têk biçe. Eniya nexêrxwaz û xirapkar dixwaze Başûrê Kurdistanê bixîne nav asteng û kêşeyên nû. Ez bawerim ku miletê Kurd rê nade ku ew xulamokên dijminan ser bikevin.Em hemû Kurdên welatperwer, parêzgerên Kurdistana azad in. Em hemû Kurdên welathiz piştgir û piştevanê rêbaza Berzanî ne. Şoreşa Başûrê Kurdistan rûyê sipîyê miletê Kurd e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst