Li Meletiyê şerên bi kêr û çekan: 6 birîndar

12-09-2020
RÛDAW
Nîşan Meletî Bakurê Kurdistanê Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê, di navbera 2 grûpan de, şerê bi kêr û çekan derket û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Di encama du şerîn din ên hevşêwe de jî 2 kes birîndar bûn.

Li gor jêderên medya Tirkiyê, li taxa Saray a navçeya Batalgaziya parêzgeha Meletiyê, di avahiyekê de, di navbera 2 grûpan de şerê bi çek û kêran derket.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin di encama wî şerê bi kêr û çekdan de, 4 kes birîndar bûn ku rewşa yek ji birîndaran giran e.

Ew kesên birîndar ji bo Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Zanîngeha Turgut Ozal a Meletiyê hatin veguhestin.

Li ser bûyerê di encama lêkolînên yekîneyên polîsan ve 2 kes hatin binçavkirin.

Li aliyê din, li taxên Yenîhamamê û Yamaçê yên heman navçeyê jî, du bûyerên din ên şerê bi kêran pêkhatin û di encama wan şeran de jî 2 kesên din  birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst