Zozanî hêdî hêdî vedigerin

12-09-2018
RÛDAW
Nîşan Mûş Zozan Veger
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ji ber ku hewa êdî sar dibe welatiyên ku derketibûn zozanan hêdî hêdî vedigerin gundên xwe.

 

Welatiyên ku havînê çûbûn zozanên Yucetepe, Baxçe, Dêrîk û Kurtukê ji ber ku hewa sar dibe vedigerin gundên xwe yên Yucetepe û Baxçeyê.




Îslam Tan ê 30 sal e li gundê Yucetepyê şivantiyê dike got ew biharê diçin Zozana Dêrîkê ya ku 20 kîlometre dûrê wan e û ajelan xwe li wir xwedî dikin.


Tan da zanîn ku ew sê mehan li zozanê dimînin û wiha axivî: "Em êdî vegeriyan. Em li zozanê penêr, qatix û rûnê nivîşk amede dikin. Heke Xwedê nesîb bike emê saleke din dîsa herin zozanan. Tekane daxwaza me ew e ku bila li welatê me aramî çêbe."




Cîhan Yildirim jî got jin li zozanan rojê du caran pez didoşîn û çend roj şunda ev kar jî wê dawî bibe.


Berîvan Nazmiye Tanê jî got ew zozanan vegeriyane û dema berf bibare ewê ajelan xwe bibin cihên germ.



 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst