Li Wanê 287 koçberên ne yasayî hatin girtin

Navenda Nûçeyan – Li navçeyên Wanê  Elbak û Îpekyoluyê 287 koçberên ne yasayî hatin girtin.

 

Li gor medya Tirkiyê, îro Çarşembê tîmên ser bu Şaxê Dijê Tawanên Organîze û Qaçaxçiyê li kolana Hacibekir a navçeya Îpekyola Wanê operasyon bir ser malekê.


Di operasyonê 244 kesên biyanî yên bi qaçaxî derveyê yasayan derbasî Bakurê Kurdistanê bûne hatin desteserkirin.


Herwiha li navçeya Elbakê ya ser bi parêzgeha Wanê ve îro Çarşembê tîmên ser bi Fermandariya Cendirme dema li Taxa Eşmepinar a Elbakê ku nêzîkê sînorî Îranê ye navçe kontrol dikirin, grûpek rawestandin ku bi piyan ber bi wê taxê ve diçûn.


Piştî kontrolkirina nasnameyan ew 43 koçberên Efxanî û Pakistanî hatin girtin ku bi awayekî ne yasayî ji nav Îranê derbasî Tirkiyê bûbûn.


Koçber piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Elbak, pişkinîna tendirûstî bo wan hat kirin, radestî Rêveberiya Koç û Koçberan hatin kirin.