Tevgera Azadî: Di hilbijartinên Kurdistanê de em piştgirî nadin ti lîsteyekê

12-09-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Beşdarî Piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ragihand ku di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de ew piştgiriya ti hêz û partiyekê nakin.

 

Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah li Silêmaniyê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku di hilbijartinên 30ê Îlonê ya Parlementoya Kurdistanê de beşdarî û piştgiriya ti hêz û partiyeke siyasî nakin.

 

Mihemed Ebdullah herwiha got: “Li gor pîvanên welatparêzî, niştimanperwerî, nebûna dosyeya gendeliyê, pîvana demokrasî û xizmerkirina gel û baweriya têkoşîna netewî û hewldana wê, emê deng bidin berbijêran.”

 

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di 17-10-2014an de hatiye damezrandin, di hilbijartinên Iraqê de bi Nifşê Nû re beşdarî hilbijartinan bû û ji çar kursiyên Parlementoya Iraqê du kursî bi dest xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst