Li navçeya Şêxan xelk ji ber kêmbûna avê koç dikin

Şêxan (Rûdaw) - Li navçeya Şêxan ku devereke deştahî ye niha ava vexwarin û çandiniyê kêm bûye, heta niha li wê deverê pirojeyeke stratîjî tine ye ku avê bo wê deverê dabîn bike, hinek ji xelkê gundan dibêjin êdî ji ber tinebûna avê xelkê dest bi koçkirina ji gundan bo bajaran kiriye û êdî dest ji karê çandiniyê ber didin. Gelek ji xelkê bîr kolandibûn, lê ava wan bîran jî kêm bûye.

 

Li navçeya Şêxan pirsgirêka kêmbûna avê berdewam e û li hinek gudan xelk weke rêyên demên berê hewl didin avê bi dest bixin.

 

Ji xelkê gundê Baban Îsmaîl Îbrahîm diyar kir: “Li vir çar pênc malan bar kirin, eger wisa berdewam be em jî dê neçar bibin ku biçin.”

 

Projeyên kolandina bîran berdewam in, lê hêj nebûye çareserî ji bo kêmbûna avê, ji ber ku li gor amarên Rêveberiya Avê ya Navçeya Şêxan hêj pêwîstiya 10 bîrên din heye daku pirsgirêk çareser bibe.

 

Endezyarê Jeolojiyê Mihemed Nûrî dibêje ku vekirina bîran ne rêya çareserkirina pirsgirêka avê ye, ji ber ku bi awayekî berdewam pêwîstiya xelkê pê heye û divê ji ava ser rûyê erdê sûd were wergirtin.

 

Ava ser erd li navçeya Şêxan heye û Rêveberiya Ava Şêxanê projeyeke stratejîk amade kiriye li ser rûbarê Xazirê, ku nêzîkî 2000 kanên avê bi dirêjiya 11 kîlometre li nêzîkî kelekçî hene.

 

Rêveberê Avê yê Şêxanê Mecîd Ebdulkerîm eşkere kir ku ava rûbarê Xazirê qebareya wê digihîje 5000 sêca ku dibe pênc milyon lître dabeşî 180 hezar kes bikin, ji her kesekî re 270 lître av dikeve û pirsgirêka avê çareser dibe.

 

Niştecihên navçeya Şêxan nêzîkî 180 hezar kes in û 155 gund, 5 nahiye û 2 komelgeh bi ser wê ve ne.