Barzanî li Kerkûkê peyam da: Em nasnameya Kurdî li ser ti kesî ferz nakin!

12-09-2017
Rûdaw
Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Barzanî
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê îro serdana Kerkûkê kir û cardin tekez kir, ku refrandum nayê paşxistin. Mesûd Barzanî herwiha ragihand, xelkê Kerkûkê, bi hemû ol û pêkhateyên xwe ve biryar li çarenivîsa xwe didin û “her weke çawan ku em qebûl nakin nasnameya Erebî li ser me bihê sepandin, em jî nasnameya Kurdî li ser ti kesî ferz nakin.”

 

Îro sêşembî 12ê Îlona 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel cîgirê xwe Kosret Resûl Elî serdana bajarê Kerkûkê kir û piştre bi amadebûna Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û Kosret Resûl bi pêkhateyên vî bajarî re civîneke berfireh pêk anî.

 

Mesûd Barzanî li Kerkûkê derbarê referandumê, sedemên dana biryara referandumê ji aliyê gelê Kurdistanê ve, dewleta Kurdistanê û paşeroja wê dewletê û mafên pêkhateyên olî û etnîkî yên Kerkûkê û tevahiya deverên din di dewleta Kurdistanê de axivî.

 

Barzanî derbarê referandumê de ragihand: “Me biryara referandumê da, çimku mixabin nebû ku şirîkariyeke rasteqîn bihê çêkirin. Me gelek hewl da, ku em nasnameyeke iraqî dirist bikin, ku me hemûyan biparêze, lê belê ew yek çênebû.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir, ku bi ti awayî referandum nayê paşxistin û got: “Gelê Kurdistanê selimandiye, ku aştîparêz e, ti demi şer bijardeya gelê Kurdistanê nebûye, lê belê li ser me hatiye ferzkirin.”

 

Barzanî derbarê beşdariya Kerkûkê di referandumê de jî diyar kir: “Ji bilî xelkê Kerkûkê ti kes biryar li çarenivîsa xelkê wê nade û Ereb û Tirkmen jî dive weke Kurd xwediyê hemû îmtiyazekê bin.”

 

 

Mesûd Barzanî herwiha diyar kir: “Referanduma li Kerkûkê li derveyî yasayê nîne, zor li ti kesî jî nayê kirin, heta her kurdek jî eger nexwaze deng bide, bila nede, ev babet ne bi zorê ye, em tenê dixwazin bizanin ku piraniya xelkê çi dixwaze.”

 

Barzanî tevahiya pêkhateyên Kerkûkê jî piştrats kir, ku di destûra Kurdistanê de dê hemû mafên wan parastî bin û got: “Di dewleta Kurdistanê de dê şirîkatiyeke rasteqîn hene, nabe ku yek bend jî di destûra Kurdistanê de hebe, ku rê bi ciyawaziya navbera pêkhateyên Kurdistanê bide.”

 

Barzanî got: “Tirkmen û Ereb ên ku li Kerkûkê dijîn, dê bibin xwediyê heman maf û îmtiyazên Kurdan.”

 

Barzanî li ser paşeroja dewleta Kurdistanê û taybetmendiya Kerkûkê de jî tekez kir: “Dewleta Kurdistanê dê federalî be, her parêzgehek dê bi xwe, xwe birêve bibe, Kerkûk jî dê taybetmendiya xwe hebe, ji ber ku Kerkûk xwedî taybetmendî ye, lê belê danûstandin li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê nayê kirin.”

 

Barzanî amaje bi hin daxuyanî û gefên bo ser gelê Kurd kir û ragihand: “Eger kesek hizir li gef û cîbicîkirina gefan bike, divê pêşbîniya wê yekê neke, ku em dê rawestin û bera xwe bidin wan.”

 

Derbarê biryara referanduma serxwebûnê û cudabûna ji Iraqê de jî, Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “14 sal e ku em sebrê dikin, em tehemulê dikin, piryar ev e, ku çima Bexdayê madeya 140 cîbicî nekir? Niha jî renge paşxistina referandumê pirsgirêkekê çê bike, ku em nekarin kontrol bikin, diviyabû me di sala 2008 de referandum kiriba.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst