Cejna Remezanê nakin - Kurdên Elewî Cejna Qurbanê pîroz dikin!

Dêrsim (Rûdaw) – Li Dêrsimê, Kurdên Elewî wate bawermendên Riya Heq, Cejna Remezanê pîroz nakin, lê Cejna Qurbanê pîroz dikin.

 

Li Dêrsimê ku ji sedî 95ê wê Kurdên Elewî ne, welatî di Cejna Qurbanê de seredana cih û warên pîroz dikin û li wir qurbanên xwe didin, herwiha vê cejnê ji şahiyê zêdetir wekî corek perestinê dibînin.

 

Li aliyê din, ji ber şer û aloziyan, şêlobûn û nediyariya dahatûyê, Kurdên Elewî bi xemgînî pêşwazî li cejnê dikin û daxwaza aştî û aramiyê dikin.

  

Bakurê Kurdistanê cejneke din a qurbanê di nav şer û aloziyan de pêşwazî dike. Ne tenê Kurdistan, Rojhilata Navîn dikele. Lihevkirin û aştî di vê cejnê de jî daxwaza bingehîn a welatiyan e. Zanayên dînî yên Elewî Cejna Qurbanê wekî nêzîkbûna ber bi Xwedê dibînin û daxwaza rawestana şer dikin.

 

Pîrê Cemxaneya Dêrsimê, Alî Ekber Yûrt li ser pîrozkirina Cejna Qurbanê li cem Dêrsimiyan ji Rûdawê re axivî.

 

Alî Ekber Yûrt wiha got:

 

"Di rastiya xwe de her tişta ku mirov nêzîkî Xwedê dike, wekî qurban tê binavkirin. Qurban, perestinek e ji bo lihev nêzîkbûnê. Em hêvîdar in ku Cejna Qurbanê îsal û di salên dahatû de cihana mirovahiyê nêzîkê hev bike, hezkirinê bixe dilê mirovan û hemû şer û xerabiyan bi dawî bîne."

 

Welatiya ji Dêrsimê, Fatma Gulmez li ser rê û resmên Cejna Qurbanê li Dêrsimê dibêje û daxwaza aştî û aramiyê dike.

 

Fatma Gulmez ji Rûdawê re wiha axivî: "Em qurbanan belav dikin. Niyaz, kate û çiraxiyan belav dikin. Em minet û lava ji Xwedê dikin da ku xortên me biparêze. Xortên me neman, qediyan. Em aştî û aramiyê dixwazin."

 

Welatî, Huseyîn Guzel jî di vê cejnê de hêvî kir ku xwînrijandin li welat raweste û aştî pêk were. Guseyîn Guzel dibêje: "Em jî dixwazin ku xwîn raweste û aştî pêk bê. Em hêvîdar in ku siberoja zarokên me ronî û rewneqdar be."

 

Welatia bi navê Hanîfe Barût jî bi boneya Cejna Qurbanê hêviya aştiyê dike û wê yekê dibêje: "Bila Duzgin Bava me bi dilovaniya xwe şa bike û ev xwîna êdî neherike. Em aştiyê dixwazin, aştiyê!"

 

Li gor piraniya bawermendên Elewî beranê ku Xweda ji bo Îsmaîl neyê qurbankirin ji pêxeber Birahîm re şandiye, tenê remz e; mirov li şûna beranekî ger nefsa xwe bike qurban, dê mirov hîn zêdetir nêzîkî mirovatiyê bibe.