Li Wanê Xwendekaran bo alîkariya Şengal û Rojava şahî lidar xistin

12-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Wan (Rûdaw) – Li Wanê kampanyayên bo kurdên êzîdî ku ji komkujiya DAIŞê reviyane berdewam dikin û Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncuyilê bo alîkariyê kermes danîn.

 

Xwendekaran li Kolana Hunerê kermes (bo alîkarî xwarin çêkirin û firotin) danîn û welatiyan eleqeyeke mezin nîşan dan.

 

Di kermesê de gelek xwarin û vexwarinên herêmî û şîrînayî hatin firotin. Hate ragihandin ku dahatiyên van xwarinan dê radestê “Komîteya Alîkariya Rojava û Şengalê” ya li Wanê bê kirin û bi vê dê pêdiviyên alîkarî bên kirîn.

 

Kermes wê sê roj vekirî bimîne.

 

Her wiha kampanyayên alîkarî ku li Wanê bi armanca mexdûrên Şengal û Rojavayê hatibû destpêkirin jî didomin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst