Şaredariya Amedê dê ji bo Kurdî ‘termînolojiya hevpar’ çêke

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku navên yekîneyan bi Kurdî bibin termînolojiyeke hevpar, biryar da ku komxebata bi navê "Di Kurdî de Çêkirina Termînolojiya Hevbeş" li dar bixe.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê vê mijarê de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rapora ku derbarê standardkirina têgehên Kurdî û termên pîşeyî yên ku li şaredariyan tên bikaranîn bi yekdengî qebûl kir.

Komxebat dê bi beşdariya pisporên di warê ziman de bê lidarxistin.

Biryarên ji komxebatê derbikevin dê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bên bicihkirin.