Li Colemêrgê li 4 herêman qedexe hat ragihandin

12-08-2024
RÛDAW
Nîşan Golemêrg Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, 4 herêmên cuda 4 rojan wekî “herêma ewlehî ya taybet a demkî” hatin ragihandin.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên ewlehiyê û operasyonan berdewam qedexe têne ragihandin.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand, bi armanca “ewlehiya neteweyî, rêkxistina raya giştî û dabînkirina aramiyê, rêgirîkirina tawanan û parastina maf û azadiyên kesên din” li navenda Colemêrgê Girê Kuş, Girê Hirç, Girê Memê û quntarên Koç ji 12ê Tebaxa 2024an demjimêr 09:30 heta 15ê Tebaxa 2024an demjimêr 09:30an wekî “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” hatiye ragihandin.

Parêzgariryê ji welatiyan xwest ku ji bo ewlehiya can û malên xwe bê destûr neçin wan herêman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst