PDKyê li ser Parêzgarê Kerkûkê daxuyanî da!

12-08-2024
Nîşan Kerkûk Parêzgar PDK Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got ku hilbijartina Parêzgarê Kerkûkê ne yasayî ye.

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn:

“Civîna li Bexdayê bêyî agahdarkirina hemû aliyan û bêyî beşdariya Tirkmenan, hinek Ereban û PDKyê hatiye kirin.”

PDKyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Derbarê guherîn û pêşhateyên evê dawiyê yên girêdayî pêkanîna hukûmeta xwecihî ya Kerkûkê, yekser piştî ragihandina encamên hilbijartinên Kerkûkê, me ev yek anî ziman ku ew encam îradeya rastîn a xelkê Kerkûkê nîşan nade.

Lê belê ji bo berjewendiya giştî ya xelkê kerkûkê û li ber çavgirtina rewşa bajêr û hemû pêvajoya siyasî, me çavên xwe jê re girtin.

Ji wê demê ve heta niha gelek hewl hatine dayîn ku li Kerkûkê bigihin çareseriyeke guncaw.

Ji ber ku rewşa Kerkûkê rewşeke awarte ye û divê çareserî çareseriyeke awarte be û xizmeta vejîn aramî û refaha xelkê wî bajarî bike.

Di nava van hewldanan de gelek hevdîtin bi partiyên Ereb û Tirkmen re hatin kirin.

Di civîna dawî ya roja 04ê Tebaxa 2024an li gel Serok Barzanî ku bi amadebûna hemû nûnerên Ereb û Tirkmenan pêk hat, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku çareserî li ser rêzgirtina mafên hemû pêkhateyên Kerkûkê û di çarçoveya lihevkirina niştimanî de be û hemû alî li ser wê hev ra bûn ku ezmûnên berê dubare nebin û nêrîna cenabê Serok jî ew bû ku parêzgarekî Kurd û bêalî ku ji aliyê hemû hemû partiyên serketî ve were destnîşankirin bê qebûlkirin.

Di encama gotûbêjan de li ser wê yekê li hev kirin ku parêzgarê Kerkûkê sê alî be.

Her aliyekê xwest ku yekem car parêzgar ji pêkhateya wan be û cenabê Serok tekezî li ser wê yekê kir ku yekem car Parêzgar Kurd be.

Herwiha Serok Barzanî ji wan xwest ku eger bi mercê ku cara yekem parêzgar ne Kurdekî bêalî be, ew dikarin biçin bi YNKyê re li ser danîna parêzgar li hev bikin.

Lê wan hemûyan red kir ku bi YNKyê re li ser destnîşankirina parêzgar li hev bikin.

Piştre çend hevdîtinên din jî hatin kirin. Her çend hejmara yasayî ji bo destnîşankirina parêzgar her tim temam bû, lê rola hewldan û navbeynkariya birêz Sûdanî hat berçavgirtin, ji ber ku doz di destê wî de bû û wî hewlên mezin dabûn bo komkirina aliyan û gihîştina çareseriyeke guncayî ji bo Kerkûkê.

Tiştê ku roja 10ê Tebaxê li otela Reşîdê ya Bexdayê ji bo destnîşankirina Parêzgar û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê hatiye kirin, bêyî agahdarkirina hemû aliyan û nebûna nûnerên Tirkmen, hinek Ereb û PDKyê bûye.

Ji ber wê jî ne yasayî ye, pirsgirêk heye û ne rast e. Peymana ku hatiye kirin nabe çareseriyeke guncaw e ji bo derbaskirina pirsgirêkên Kerkûkê.

Çareserkirin û nehîştina pirsgirêkên wî bajarî û dermankirina êş û azarên xelkê Kerkûkê bi bazar, hest û lîstikên siyasî nayê kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst