Li Bedlîsê qeza: Çawişê pispor û hevjîna wî mirin

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Norşînê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê, otomobîl li bariyerê qelibî û di encamê de çawişê pispor û hevjîna wî ya perestar mirin.

Li gorî daxuyaniya AFADê, li navçeya Norşînê otomobîla ku Çawişê Pispor ê Seyît Alî Tunç (33) diajot, ji ber sedemeke nayê zanîn li bariyera li kêleka rê qelibî.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û herwiha tîmên cendirme, îtfaiye û AFADê çûn cihê qezayê.

Di qezayê de ajokar Tunç û hevjîna wî ya hemşîre Kamile Îrem Tunç (31) mirin.

Tîmên AFADê cenaze ji wesayîtê derxistin û teslîmî tîmên tenduristiyê kirin.

Rêya ku ji ber qezayê hat girtin, piştî rakirina otomobîlê cardin vebû.