Li Meletiyê avahî bi rêya teqemeniyan tên hilweşandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Meletiyê avahiyên ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerereke mezin dîtiye û ji 7 qatan bilindtir bi rêya teqemeniyan tên hilweşandin.

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, di erdhejên 6ê Sibatê de zerer û ziyaneke zêde çêbûbû, gelek avahî rûxiyan û gelek ji wan jî lawaz bûne.

Ew avahiyên ku ji bo jiyanê nabin, niha bi teqemeniyan têne hilweşandin.

Avahiyeke ku ji 12 qatan pêk tê, bi 270 kîlo teqemenî hat hilweşandin.

Karmendên avahîsaziyê dibêjin, ti amêrek nîne ku karibe avahiyên zêdeyî 7 qatan pê hilweşînin û teqandina wan ewletir e.

"Ev rêbaz li Ewropa û Amerîkayê tê bikaranîn"

Derbarê hilweşandina avahiyan de karmendê kompnayaya avahîsaziyê Hamît Avcî got:

“Meqesek heye ku avahî bi wê tên hilweşandin. Ne pêkan e ku bi vê meqesê an jî skavatorê ev avahî bên hilweşandin. Çima ne pêkan e? Ji ber ku meqesa herî dirêj a li Trikiyeyê 32 metre ye.

Ev 20 metre dûr ji avahiyê dixebite û qada wê ya bandorê digihe 20-22 metreyab. Bilindahiya avahiyeke 15 qatî jî 60 metre ye. Hilweşandina vê avahiya 60 metreyî ji bo ewlehiya karmendan ji aliyê teknîkî ne pêkan e.

Ji ber wê jî em vî karî bi rêya teqandina bikontrol dikin. Ev rêbaz li Ewropa û Amerîkayê tê bikaranîn.”

Li Meletiyê piştî erdhejê biryara hilweşandina 35 hezar avahiyan hatiye dayîn.

Hezar û 400 ji wan ji 7 qatan bilindtir in û ew jî dê bi teqemeniyan bên hilweşandin.

"Em van projeyan di bin kontrolê de piştrast dikin"

Karmendê kompnayaya avahîsaziyê Ramazan Onat diyar kir ku ew bi piştevaniya zanîngehê û bi sîmîlasyonan projeyên avahiyan werdigirin û got:

“Em li zanîngehan van projeyan di bin kontrolê de piştrast dikin û piştre bi sîmîlasyonê hildiweşînin. Em heman karî vê care li qadê dikin û bi rêya teqandinê avahiyan tînin xwarê.”

Li gorî karmendên kompanayaya hilweşandina avahiyan, dê li Meletiyê pêvajoya hilweşandina hezar û 400 aviyên ji 7 qatan bilindtir, bi teqemeniyan û di heyama 10 mehan de temam bibe.