Li Meletiyê li ser hev 2 erdhej çêbûn!

12-08-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Çermiktî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di nava xulekekê de du erdhejên bi mezinahiya 4,8 û 4,5 pileyan çêbûn.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê demjimêr 16.39an erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê vê erdhejê di kûrahiya 6,35 kîlometrayan de rû daye.

AFADê da zanîn ku saet 16.40î jî dîsa Çermiktiyê erdhejeke bi mezinahiya 4,5 pileyan çêbû.

Vê erdhejê ji di kûrahiya 7 kîlometrayan de rû da. 

Li ser zerer û ziyanên van erdhejan heta niha ti zanyarî nehatiye belavkirin.

Du roj berê jî li navçeya Çermiktiyê erdhejeke bi 5,3 pileyan çêbûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst