Li Sêwazê agir bi zeviyan ket: 'Keda cotkarên me li ber avê çû'

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Çaliyê yê navçeya Arangaya Sêwasê ji ber agir 2 hezar û 250 donim zevî şewitî.

Ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyên genim ên li devera Mumlu Mustafa Karataşê ya li ser Kolana Meletiyê ket.

Di nav demeke kurt de agir belav bû û li ser vê yekê, Odeya Ziraetê ya Arangayê ji cotkaran re peyam şand û ji wan xwest ku ji bo temirandina agir hewl bidin.

Bi alîkariya cotkaran agir hat vemirandin.

"Keda cotkarên me li ber avê çû"

Serokê Odeya Ziraetê ya Arangayê Basrî Çoban got ku 2 hezar donim zeviyên ajotî şewitîn û wiha pê de çû:

"Di heyama dirûnê de keda cotkarên me li ber avê çû. Dema agir dest pê kir ekîbên me hatin cihê bûyerê û me midaxeleya ewil kir. Paşê me ji cotkarên xwe re peyam şand û xwest ku werin cihê şewatê lê mixabin 2 hezar donim zeviyên ajotî şewitîn.

Me niha agir vemirand. Em dê ji bo tesbîtkirina zerer û ziyanê dest bi xebatê bikin. Lazim e di dema herî kurt de dewlet ji bo pêçana birînên xelkê tevbigere."

Ji aliyên din ve jî li gundê Çaliyê agir bi zeviyê genim ket û ji ber ba jî zû belav bû.

Bi midaxeleya ekîbên agirkujiyê û gundiyan agir hat vemirandin.

Nêzîkî 250 donim genim şewitî û derbarê şewate de jî lêpirsîn hat destpêkirin.