Di 2 salan de 200 malbatên Kurdên Êzidî vegeriyane Şingalê

12-08-2023
RÛDAW
Nîşan Şingal Rêkeftina Şingalê Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebera Giştî ya Navenda Hevbeş a Hevahengiya Krîzan a Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 2 salan de nêzîkî 200 malbatên Kurdên Êzidî vegeriyane Şingalê.

Wezîra Koç û Koçberan a Îraqê Îvan Fayiqê jî dabû xuyakirin ku 293 malbatên Kurdên Êzidî bi dilê xwe ji kampên Duhokê vegeriyane Şingalê.

Îvan Fayiqê herwiha destnîşan kir ku pêvajoya vegerê bi hevahengiya hêzên ewlehiyê bê pirsgirêk bi rê ve diçe.

Hikûmeta Îraqê Rêkeftina Şingalê cîbicî nake

Rêvebera Giştî yê Navenda Hevbeş a Hevahengiya Krîzan a Wezareta Karên Navxwe Sirwe Resûlê diyar kir ku vegera penaberan a Şingalê berdewam nake û Îraq alîkariyê nake.

Sirwe Resûlê ji Rûdawê re got ku di nava 2 salan de 198 malbat vegeriyane Şingalê û roja 9ê Tebaxê jî 19 malbatên din vegeriyane.

Herwiha Sirwe Resûlê destnîşan kir ku Hikûmeta Îraqê Rêkeftina Şingalê cîbicî nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst