Gerîlayên PKKyê gule li otomobîleke Pêşmergeyan reşandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li geliyê Reşaveyê yê nahyeya Dêrelûkê ya Amêdiyê, gerîlayên PKKyê gule li otomobîleke Pêşmergeyan reşandin.

Çavkaniyekî ji Dêrelûkê ji Rûdawê re ragihand ku danê sibehê gerîlayên PKKyê li nêzîkî geliyê Reşaveyê gule li otomobîleke Pêşmergeyan reşandin.

Hat diyarkirin ku ew Pêşmerge ber bi xalên xwe yên serbazî ve diçûne.

Bûyerê nêzîkî 10 xulekan berdewam kiriye lê ziyan negihîştiye her du aliyan jî.

Hefteya borî jî li heman xala Pêşmergeyan, TNT bi makîneyeke kolanê ve hatibû girêdan.

TNT bi makîneyê de teqiyabû lê tenê ziyana madî çêbûbû.