Li Bakurê Kurdistanê bihabûn didome: Li Riha û Semsûrê zamên nû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bihabûna pêdiviyên sereke yên jiyanê berdewam dike.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bihayê veguhestina nav bajêr di mehekê cara duyem hat zêdekirin.

Li Semsûra Bakurê Kurdistanê jî nan 2 lîreyan bihatir bû. 

Navenda Koordînasyona Veguhastinê ya Şaredariya Rihayê doh bi rojeva bihakirinê civiya.

Di civînê de li ser pêşniyara zêdekirina bihayê veguhestina nav bajêr gotûbêj hatin kirin û pêşniyara bihakirinê bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Di mehekê de cara duyem e bihayê veguhestina nav bajêr hat zêdekirin

Di çarçoveya pêşniyara bihakirinê de bileteke tam a nav bajêr ji 7 lîre û nîvan bû 10 lîre, bileteke xwendekaran ji 4 lîreyan bû 5 lîre 50 qurûş, bileteke mamosteyan jî ji 5 lîreyan bû 7 lîre.

Li Rihayê di mehekê de ev cara duyem e ku bihayê veguhestina nav bajêr tê zêdekirin.

Li Semsûrê nan biha bû

Li aliyê din li Semsûra Bakurê Kurdistanê jî nan biha bû.

Erdhejên 6ê Sibatê zerareke zêde gihandibû Semsûre û bihabûna nan rewşa xelkê bajêr dijwartir dike. 

Li gorî bihayên nû nanekî 200 gramî yê pîde ku berê bi 5 lîreyan bû, bû 7 lîrey.

Bihayê semûnekî 210 gramî jî ku bi 5 lîreyan bû, bû 7 lîre. 

Biryar ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ve hat pesendkirin û dê ji îro pê ve were cîbicîkirin.