Asiacell: Yek ji qurbaniyên êrişa bi dronê karmendê me bû

12-08-2023
RÛDAW
Nîşan Asiacell Êriş Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Asiacellê ragihand ku yek ji sê kesên bi êrişa dronê ya bi li ser rêya nahiyeya Nalparêzê ya Silêmaniyê hatiyê kuştin karmendê wan e.

Doh li ser rêya nahiyeya Nalparêzê ya navçeya Pênciwênê ya Silêmaniyê dronekê otomobîlek bombebaran kir û 3 kesên sivîl ên di tê de canê xwe ji dest da.

Di encama otopsiya ku îro li Morga Tiba Edliyê hat kirin de, derekete holê ku her sê kesên di otomobîlê de jiyana xwe ji dest daye sivîl in û ji Mûsilê ne. 

Navên wan kesan Hesen Ehmed Keşmûle, Ziyad Mistefa û keça wî Reyan Ziyad in.

Kompanyaya Asiacellê ku yek ji mezintirîn kompanyayên telekomunîkasyonê yên li Îraqê ye îro derbarê êrişê de daxuyaniyek da.

"Karmendekî dilsoz ê Asiacellê bû"

Asiacellê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Hesen Ehmed Keşmûle ev çend sal bûn bi wan re dexebitî û ew "karmendekî dilsoz ê Asiacellê bû".

Li gorî daxuyaniyê keça Hesen Ehmed Keşmûle li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê li koleja bijîşkiyê xwendekar bû û ji bo pêşwazîkirina wê çûbû Deriyê Sînorî yê Başmaxê lê ew di vegerê de bû armanca dronan.

Her du qurbaniyên din jî yek hevalê Hesen Ehmed Keşmûlê bû û ya din jî keça wî bû ya ku li bajarê Sineyê li koleja bijîşkiyê de xwendekar bû.

"Her sê jî sivîl bûn"

Derbarê nasnameya qurbaniyan de Nûçegihanê Rûdawê yê li Silêmaniyê Horvan Rifat jî got:

“Her sê jî welatiyên sivîl bûn. Hesen Ehmed sala 1974an li Mûsilê ji dayîk bûye. Ew berê wekî endezyar li şaxê Mûsilê ya Asiacellê dixebitî. Ji sala 2011an ve li şaxê wê kompanyayê yê Duhokê dixebitî.

Bi malbata xwe re li Duhokê dima. Kesî din hevalê wî Ziyad Mistefa ye, bi eslê xwe Ereb e û li Mûsilê tomarkirî ye. Ya din jî Reyan Ziyad, keça Ziyad Mistefa ye.”

Di derbarê bombebaranê de hîn jî ji aliyê ti welat û aliyekî ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn lê tê zanîn ku dronên artêşa Tirkiyeyê gelek caran herêmê bombebaran dikin.

"Sivîlekî din jî hatibû kuştin"

Ji aliyê din ve, roja çarşema borî jî dronan li ser rêya Silêmanî-Dûkanê otomobîlek bombebaran kiribû.

Di encama vê bombebaranê de jî welatiyê bi navê Sîrwan Lale Serhed canê xwe ji dest dabû û kesekî din jî birîndar bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst