Salih Muslim: Tirkiye dixwaze dewletekê ji Tirkmenan re ava bike

12-08-2023
RÛDAW
Hevserokê Giştî yê PYDyê Salih Muslim / Wêne: Arşîv
Hevserokê Giştî yê PYDyê Salih Muslim / Wêne: Arşîv
Nîşan Salih Muslim Rojavayê Kurdistanê Sûriye Tirkiye Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku ti niyetekê Tirkiyê nîne ji Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê derkeve.

Salih Muslim got ku “Dibêjin ew dê li li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleteke Tirkmenan çêbikin.”

Hevserokê Giştî yê PYDyê Salih Muslim ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser re têkildarî hevpeyvîna Serokê Sûriyeyê Beşar Esed a ku di Sky Nwesa Erebî de hate belavkirin axivî.

“Hêza Şamê nîne Tirkiyeyê derxe”

Salih Muslim ragihand ku hikûmeta Şamê ne xwediyê wê hêzê ye ku biryarê li ser derxistina hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê bide û wiha pê de çû:

“Di destê hikumeta Şamê de biryar û hêz nîne. Di navbera hêzên hegemon de li ser Sûriyeyê şerek heye.

Tiştê xuya dike ew e ku hêzên hegemon li ser derketine Tirkiyeyê ya ji axa Sûriyeyê li hev nekiriye, xema wan jî ne ew e.  

Berjewendiyên Îranê bi Tirkiyeyê re hene, lewma niha piştgiriyê nade mijara derketina Tirkiyeyê.

Rûsya dixwaze planên xwe bi Tirkiyeyê bide meşandin. Hevpeymaniya Navneteweyî jî naxwaze hevkara xwe ya NATOyê yanî Tirkiyeyê aciz bike.”

“Derketina Tirkiyeyê ji Sûriyeyê zehmet e”

Muslim amaje bi wê yekê kir ku Şam ji bo derxistina Tirkiyeyê ti gavên pratîkî navêje û got:

“Wan li Soçiyê li hev kiribû ku Tirkiye û çeteyên wê rêya M4/M5ê vekin, lê heta niha venekiriye. Tirkiye û çeteyên wê şertên xwe ferz dikin. Lewma derketina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê zehmet e.”

Muslim eşkere kir ku hevdîtinên Tirkiye û Sûriyeyê berdewam dikin û wiha domand:

“Li gorî Tirkiyeyê ew naaxivin lê hevdîtinên xwe jî qut nakin. Di civîna Astanayê de li dijî Rêveberiya Xweser biryar wergirtin. Yên ev biryar wertgirtine Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îran in.

Ma ev ji Tirkiyeyê dixwazin ku ji Sûriyeyê derkeve? Na, nabêjin. Rûsya ji bo pêkanîna hevdîtina Erdogan û Beşar dixebite, dixwaze wan li hev bîne.”

“Niyeta Tirkiyeyê nîne derkeve”

Di beşeke din axaftina xwe de Muslim tekez kir ku niyeta Tirkiyeyê nîne ku ji axa Sûriyeyê derkeve , herwiha dixwaze navçeyên din dagîr bike got:

“Berevajî, hewldanên wê yên ji bo dagirkirinên nû hene. Niha nexşerêyeke din ji bo Tirkmenan datîne. Yanî dibêjin ew dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleteke Tirkmenan çêbikin.

Hevserokê Giştî yê PYDyê Salih Muslim herî dawî got, “Em tenê bi yêkitî û têkoşîna xwe dikarin Tirkan ji vir derxin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst