Şaredariya Dêrsimê aşûre li 3 hezar û 500 kesan belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê di dawiya rojiya Muharremê de ku ji aliyê civaka Elewî ve tê girtin şaredariyê bo 3 hezar û 500 kesan aşûre belav kir.

Bi dawîbûna rojiya Muharremê her sal Şaredariya Dêrsimê vê çalakiyê saz dike û ev cara yekem e îsal li Parka Seyîd Riza hat kirin û berpirsên şaredariyê jî beşdar bûn.

Berpirsê Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Dêrsimê Ali Mukan got, “Şaredariya Dêrsimê her sal piştî rojiyê, aşûreyê çêdike. Gelê me 12 rojan rojî girt û piştre ji bo aşûreya ku me çêkir hatin cem hev. Gelê me bawerî û axa xwe diparêze. Em ê her sal vê aşûreyê çêkin û belav bikin.”

Hejmareke zêde welatiyên Dêrsimê ji welatên din wek Brîtanya, Almanyayê bo beşdarbûna çalakiya şaredariyê hatine û daxwaz dikin ku rêz li çanda wan bê girtin.

Welatî Birsen Beltan anî ziman, “Ez ji Brîtanyayê hatime vir, bi salan e li wir dijîm. Îro roja aşûreyê ye. Şaredarî aşûreyê li gelê me belav dike, bila aşûra me li her kesî pîroz be, zarokên me û her kesî ji xerabiyê biparêze. Kesên ku li derve ne, me bêriya vê aşûreyê kiribû, em hatin, me xwar, spas ji bo kesên ku ked dane.”

Welatî Hasan Kaya got, “Ma em ne mirov in, em li ser rêya Elî û Mihemed in û em Elewî ne. Em mirovên baş in. Em ê heta mirinê bibêjin em xwişk û bira ne. Bila hinekî jî yên hember bêjin em birayên hev in.”

Ji parêzgehên derdorê jî hejmareke welatî beşdar bûn ku hinek ji wan cara yekê ye tên parêzgeha Dêrsimê.

Welatî Fatma Urfa anî ziman, “Em ji Rihayê hatin, me Dêrsim pir eciband, pir xweş e, em li rastî çalakiya Aşûreyê hatin, xweş e.”

Li gor amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîka 25 milyon Elewî hene û li gor baweriya xwe di meha Muharremê de 12 rojan rojî digrin û piştî wê rojiyê xwarina aşurê çêdikin û bi civakî belav dikin.