Li Amedê 20 karkerên çandiniyê bi jehrî ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 10 ji wan zarok bi giştî 20 karkerên çandiniyê ji ber dermanê zeviyê bi jehrî ketine.

Li gor agahiyan 11ê Tebaxa 2022an li taxa Bagivar a ser bi navçeya Sûrê 20 karkerên ku di zeviya pembo de dixebitîn ji ber dermanê çandiniyê bi jehrî ketine û bo Nexweşxaneya Beşa Pizîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê hatine şandin. Li gor midaxeleya destpêkê ya pizîşkan karker ji dermanê çandiniyê ku beriya rojekê li zeviyê hatiye reşandin bi jehrî ketine.

20 Karkerên ku temenê wan di navbera 15 û 25 salan de ye li nexweşxaneyê tên dermankirin û li gor agahiyên herî dawî yê berpirsên nexweşxaneyê rewşa karkeran baş e.

Li zeviyên pembo bi armanca parastina şitlan dermanê organofosfat tê bikaranîn û ev derman jî bi rêya bêhnê an jî dest dayînê jehrî dike.