Li Til Temirê 2 şervanên Siryan di topbarana Tirkiyê de canê xwe ji dest dan
Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Serbazî ya Siryanî ragihandiye ku li Til Temirê ya Rojavayê Kurdistanê di topbaraneke Tirkiyê de 2 şervanên wan canê xwe ji dest dane.
Encûmena Serbazî ya Siryanî li Til Temirê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê gundên Derdare û Qibûr El-Qeracine yên Til Temirê topbaran kirine.
Herwiha di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku di encama topbaranê de 2 şervanên wan ên bi navên Yûsif Mihsin û Radî Osman canê xwe ji dest dane.
Ev heftiyeke Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê topbaranên xwe li ser gundên navçeyên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê yên Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.