Li Amedê 2 zarok di Çemê Dîcleyê de xeniqîn

12-08-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Bismil Zarok Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 zarokên Sûriyên birayên hev   ku  ji ji bo melevanîkirinê ketibûn çemê Dîcleyê xeniqîn.

Îro 12ê Tebaxa 2022ê li navçeya Bismilê ya Amedê  2 zarokên Sûrî yên birayên hev ku temenê yek ji wan 5 û yê din jî 7 salî bû ji bo melevanîkirinê ketin Çemê Dîcleyê.

Li gor zanyariyan piştî demekê herdû zarok jî li ber pêlên çem ketin û winda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFADê) çûn cihê bûyerê û termê herdû zarokan ji çem derxistin.

Hat ragihandin termê wan zarokan bo beşa miriyan a Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê hatine rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst